Temellî: Dixwazin li dijî Kurdan şer bikin
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temmlî daxwaz kir ku êrîşî ser Rojhilatê Firatê neyê kirin û got armanc ji van gef û êrîşan ew e ku AKPê çend şaredariyên zêdetir di hilbijartinên bê de li Tirkiyê bidest bixe. Temellî herwiha got dixwazin li dijî Kurdan şer bikin.
Gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên li ser herêmên kurdî li bakura Sûriyê û êrîşên li ser Şingal û Mexmurê di rojeva HDPê de ne.
Di daxuyaniyeke taybet ji Rûdawê re, Hevserokê HDPê, Sezaî Temellî da xuyakirin li herêmên kurdî li bakura Sûriyê aramî heye, ji ber vê yekê ew daxwazê ji tevahiya aliyên aştîxwaz dikin ku li dijî van gef û êrîşan derkevin.
Sezaî Temellî li ser mijarê aşkere kir ku Serokomarê Tirkiyê ji bo bidestxitina çend şaredariyan amade ye êrîşê her derê bike û bang li hemû aliyan kir ku li hember êrîş û hereşeyên Tirkiyê helwesta xwe diyar bikin.
Temellî herwiha got: “Em dîsa rûbirûyî polîtîkayeke êrîşan e û em vê yekê qebûl nakin. Li herêmên kurdî li bakura Sûriyê aramî heye weke ku berê li Efrînê jî aramî hebû, her weke ku aramiya Efrînê têk dan û xelk derbeder kirin , niha dixwazin heman tiştî li herêmên kurdî li bakura Sûriyê jî li Kobanî dubare bikin. Armanca wan ji van kirinan jî ji bo vê yekê ye ku çend şaredariyan zêdetir bidest bixin. Bingehê hevpeymaniya Komar ev e. Dixwazin li vî welatî li dijî Kurdan şer bikin û bi vê yekê li ser desthilatê bimînin. Em vê yêkê qebûl nakin û em bang li hemû civakê û gelên Tirkiyê û aştixwazan dikin ku li dijî şer dengê xwe derxin.”