CHP û Îyîpartîyê derheq 21 bazineyên hilbijartinên şaredarîyan lihev kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i299110-chp_û_Îyîpartîyê_derheq_21_bazineyên_hilbijartinên_şaredarîyan_lihev_kirin
Partîya Komarxwaz a Gel a Tirkîyê (CHP) û Îyîpartîyê bi dû têkilîyên berfire yên Kemal Kiliçdaroglu û Meral Akşenerê di vê mehê da, derheq 21 bazineyên hilbijartinên şaredarîyan lhev kirin û hevalbendbûna xwe li wan 21 bazneyan ragihandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 13, 2018 07:01 Asia/Tehran
  • CHP û Îyîpartîyê derheq 21 bazineyên hilbijartinên şaredarîyan lihev kirin

Partîya Komarxwaz a Gel a Tirkîyê (CHP) û Îyîpartîyê bi dû têkilîyên berfire yên Kemal Kiliçdaroglu û Meral Akşenerê di vê mehê da, derheq 21 bazineyên hilbijartinên şaredarîyan lhev kirin û hevalbendbûna xwe li wan 21 bazneyan ragihandin.

Li gorî rapora Rojnama Hurriyetê, kêmtir ji 4 mehan ji bo hilbijartinên şaredarîyên Tirkîyê mane û Partîya Komarxwaz a Gel a Tirkîyê (CHP) û Îyîpartîyê bi dû têkilîyên berfire yên Kemal Kiliçdaroglu û Meral Akşenerê di vê mehê da, derheq 21 bazineyên hilbijartinên şaredarîyan lhev kirin û hevalbendbûna xwe li wan 21 bazneyan ragihandin.

Li gorî vê raporê Îyîpartîyê li 11 bajarên ku her du partîyan li ser wan lihevkirine hîç berbijarek nedaye nasandinê û yê pişta berbijarên CHP`ê bigire û li hemberî wê CHP`ê jî li 10 bajarên ku her du alîyan derheq wan lihev kirine hîç berbijarek nedaye nasandinê û yê pişta berbijarên Îyîpartîyê bigire.