Erdogan: Em ê di çend rojên bê de operasyona rojhilatê Firatê destpê bikin
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihand: “Me amadebaşiyên xwe gihandine asta pêwîst û em êdi çend rojên bê de operasyona rojhilatê Firatê destpê bikin.``
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan di axaftina xwe ya di Civîna Pişesaziya Bergiriyê de gefên tund li rojhilatê Firatê xwarin û got: “bakurê Sûriyê, başûrê me ye. Li wir hewldan ji bo pêkanîna korîdora terorê tên kirin. Em dibêjin: “Ew terorist in!”, hevkarên me yên stratejîk, di destpêkê de Amerika dibêje: “Na, ew ne terorist in”. Ew beşek ji PKK ne, hemû rastî li holê ne.” Li Minbicê jî, me heta niha tu encam bidest nexistiye. Niha birêz Serok dibêje: “Di nav 30 rojan de em ê çareser bikin, wan paqij bikin”. Em ê bibînin”.
Erdogan axaftina xwe wiha domand: “Em hêvîdar in, wan paqij bikin. Li Idlibê me pêşî li trajediyek mezin girt. Niha dor hat em rojhilatê Firatê paqij bikin. Li Minbicê hîle û lîstok hemberî me bikar anîn, ew yeka heta niha jî, didom.``
Erdogan herweha bala Amerikayê kişand: “Amerika ji me re tiştekî diyar dike, lê dîsa rêxistina terorê di şerê dijî DAIŞ`ê de bikar tîne. Herî dawîyê dixwaze 30 hezar terorîstî perwerde bike. Ji me re jî dibêje: Tiştek weha nîne. Medya cîhanê hemû vê yekê dizane, di destê wan de zanyarî hene.”
“Amerika pêwendiyên xwe ligel rêxistina terorê her roja pêş dixe. Di destê xwe de alayên wan hildidin, Heta gerên hevbeş encam didin”.
“Girêdayî rojhilatê Firatê me bala we kişand, me amadekarî jî kirin. Amedakiriyên me kemilîne. Di nav çend rojan de, em ê dest bi operasyona rojhilatê Firatê bikin. Em vê yekê radighînin! Armanca me ne serbazên Amerikayê belkî rêxistina terorê ye!