Bi armanca pêşxistina buhreyên wêjejî û helbestan ên nifşê nû, Mallbenda Heleb a Rewşenbîrî bi beşdarbûna 9 hezkiriyên helbestan şevbêrkeke helbestan li dar xist.
Piştî Qeymeqamiya Gazîosmanpaşaya Stenbolê lîstika bi kurdî "Bêrû" qedexe kir, li ser tora civakî gelek kesî piştgirî da lîstikê.
Şanoya Bajêr a Amedê di serdema nû de bi lîstîka Dario Fo ya bi navê "Elîzabeth" dika xwe vedike. Şanoger got ew bi lîstikek nû deriyên xwe ji temaşevanan re vedikin û xwest temaşevan biçin li lîstika wan temaşe bikin.
Bi diruşma "Bi hev re mîras û kevneşopiya mezinên xwe vejînin", îro çalakiyên roja yekemîn a mîhrîcana Kevneşopî û Mîrasê ya mûzîk û stranê li bajarê Tebqayê dest pê kir.
"Deutsche-Kurdisches Kulturinstitutê" li ser hesabê xwe yê Youtubeyê bi dengê hunermendê bilûrê Egîdê Cimo stranek parve kir. Di parvekirinê de hatiye gotin: "Egîdê Cimo di jiyana xwe de tenê stranek gotiye. Em bi serbiliindî vê stranê pêşkeşê we dikin."
Qonaxa sêyemîn a pêşbirka zarokan a "Nivîskarê Pêşerojê" li Bakûrê Sûriyê dest pê kir. Komîteya amadekar a pêşbirkê diyar kir ku di demeke nêzîk de navê kesên serkeftî were eşkerekirin.
Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) tevî piştgiriya ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî, bernameya perwerdehiya bi zimanê zikmakî di du an sê salên destpêka dibistanê pêwîst da zanîn.
Pirtûka Talik, berhema helbestên Şîrkûh Pehlewanî bi zimanê Kurdiya Kurmancî û bi rênivîsa aramî ji aliyê Weşana Bîjen Yordê li bakurê Xorasanê hat çapkirin
Alîkarê civata ziman û çanda kurdî li Tirkiyê rakirina tabloyên bi zimanê kurdî li parzêgeha kurdnişîn a Wanê rexne kir û ev kiryara weke beşek ji hewldana Enqerê bona jinavbirina zimanê gelê kurd ê Tirkiyê da zanîn.
Pirtûka nû ya 'Heng û deng' pêkhatî ji 'Çil awazên şahiyê yên Bakûrê Xorasanê' ji aliyê Şeiban Îslamî va hat weşandin.