-
Şehîdbûna 24 filistîniyan li Xan Yûnisê
Tebax 23, 2025 14:48Artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker vê sibê êrişên ser bajarên Xan Yûnis û Xezzeyê giran kirin û 24 filistînî şehîd kirin û bi dehan kes birîndar kirin.
-
Tevî jînosayda li Xezzeyê têkiliyên bazirganî yên Tirkiyê û Rejîma Siyonîst didomin
Tebax 23, 2025 14:45Çavkaniyên nûçeyan wek berteka himber îdiaya hikûmeta Tirkiyê derheq qedexeya li ser çûyîna gemiyên vî welatî ber bi Rejîma Siyonîst ve ragihandin ku Tirkiye, piştî du salan şer û destdirêjiya Rejîma Siyonîst li seranserê herêmê, hîn jî dev ji bazirganiya xwe ya bi vê rejîmê re bernade.
-
Xwenîşandana bi mîlyonan kesan li Seide ya Yemenê bona piştgîriya Xezzê
Tebax 22, 2025 13:37Xelkê Yemenê di xwenîşandaneka mîlyonî de piştgîriya xwe ji xelkê Xezzê ragihandin.
-
Hejmara şehîdên Xezzê rabû 62 hezar û 192 kesan
Tebax 22, 2025 12:37Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand bi şehadeta bi dehan filistîniyên din di encama êrişên siyonîstan ser vê navçê de hejmara şehîdên ji destpêka êrişa Rejîma Siyonîst ve rabûye 62 hezar û 192 kesan.
-
Hejmara şehîdên şerrê Xezzê rabû 62 hezar û 192 kesî
Tebax 21, 2025 15:32Wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê ragihand di 24 saetên buhurî de 70 filistîniyên din di encama êrişên hovane yên siyonîstan ser vê navçê de şehîd bûne û 356 kes jî birîndar bûne.
-
Jordeçûna hejmara şehîdên Xezzeyê
Tebax 20, 2025 17:45Di encama berdewambûna destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê de, hejmara giştî ya şehîdên vê navçeyê ji destpêka şêrr ve hetanî niha gihîştiye 62 hezar û 122 kesan.
-
Derbarê qurbanîbûna zarokan li Xezzeyê hişyarî hat dayîn
Tebax 20, 2025 13:45Ser-rêveberê Wezareta Tenduristiyê li Xezeyê, bal kişand ser wê yekê ku zêdetirî milyonek zarok li vê zîvalê ji ber zîyanên rewanî êşê dikişînin û ragihand ku Rejîma Siyonîst di her 40 xulekan de zarokekî filistînî şehîd dike.
-
Tabûrên Qessamê derbeke giran li artêşa Rejîma Sîyonîst xist
Tebax 20, 2025 12:45Tabûrên Qessam, baskê leşkerî yê Tevgera Hamasê, hûrgiliyên operasyona têkoşerên xwe ya dijî meqerên artêşa Rejîma Siyonîst li bajarê Refehê ku ketîye başûrê zîvala Xezzeyê weşand, di vê operasyonê de yek ji têkoeşrên şehadetxwaz hejmarek ji leşkerên siyonîst kuştin.
-
Dagirkirina tam a Xezzeyê dê bibe sedema karesateke merivî ya bixof
Tebax 19, 2025 15:40Nivîsgeha Rêkxistina Karên Merivî ya NY (OCHA) hişyarî da ku plana Rejîma Sîyonîst a ji bo dagirkirina tam a şarê Xezzeyê dê bibe sedema dûhatên merivî yên zef giran ji bo gelê Filistînê.
-
HAMAS: Bila cîhan zorê bide ser Rejîma Sîyonîst
Tebax 19, 2025 15:37Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (HAMAS) xwest ku civaka cîhanî zorê bide ser rejîma dagirker ku jonîsaydê û birsîhîştina gelê Xezzeyê rawestîne û derbasgehên vê herêmê jî veke.