Alîkarê wezîrê karên derve yê dewleta Rizgariya Netewî ya Yemenê got: Gemîvaniya li deryaya Sor ji bilî gemiyên Rejîma Siyonîst ji bo hemî welatan ewleh e.
Hefteya raborî hêzên yemenî keştiyeke Rejîma Siyonîst zeft kirin û ev yek nîşan dide ku yemenî li hemberî rejîma Îsraîlê cidî ne; raporek di vî warî da tê pêşkêşkirin.
Yemenî li Bendergeha Hudeydeyê ya Yemenê çûn pêşwaziya keştiya zevtkirî ya Rejîma Siyonîst.
Muhemed El-Bexîtî endamê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand, "Eger siyonîst şerê dijî Xezeyê ranewestînin, gellek bijardeyên me jin bo wan hene."
Rayedarekî Hemasê got, Destdanîna ser keştiya siyonîstan ji aliyê hêzên yemenî va serkeftina xwînên rijiyayî li Xezeyê ye.
Yehya Serî' Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê ragihand, Eger gemiyên Rejîma Siyonîst derbasî Deryaya Sor bibin, dê bikevin ber êrîşê.
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê hişyarî da hemû gemiyên Rejîma Siyonîst an jî gemiyên ku bi vê rejîmê re hevkariyê dikin ku dê bibin armancek rewa bo hêzên çekdar ên Yemenê.
Hevdem digel dewama cinayetên Rejîma Siyonîst dijî Xezeyê, Meclîsa Yemenê qanûnek pesend kir ku li gorî wê asayîkirina her cûre peywendiyan digel Rejîma Siyonîst sûc dizane.
Elî El-Qehûm endamê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand ku ew pişta doza Filistînê digirin.
Ebdulezîz Bin Hebtûr Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got, Sekinîna nika li hemberî êrîşên Rejîma Siyonîst jinbo me mijareke girîng e.