Tariq Cemîl di nişêva qerselaneke xwezayî ku ji nav Geliyê Honzayê li navçeya çiyayî ya bakurê Pakistanê derbas dibe, livîn û hereketa qeşayê dipîve û wêneya wê dikişîne. Pêspartiya wî serferberkirina civaka pêkhatî ji 200 malbatan li gundê Hesen Avayê li nav Çiyayên Qere-Qurûmê ji bo têkoşîna bo pêşeroja gund û şêwaza jiyana xwe ye ku ketine ber metirsiya golên demkî yên pêkhatî ji ber vehelîna qeşayên qerselanê.
Azerbaycana rojhilat û Eresbarana wê di payîzê de bi rastî bedew û balkêş e.
Volaka Êtnayê li Girava Sîsîlê ya Îtalyayê careke din çalak bû û dest bi hilpirjîna madeyên volkanî kir.
Araz anku Eres çemekî pirrav û gumgumî ye ku ji Çiyayên Bîngolê li navçeya Anatoliyê (li Tirkiyeya îroyîn) serçavî digire û piştî tevlêbûna Çemê Arpayê sînorê hevpar ê Îranê digel Nexcewan, Ermenistan û Komara Azerbaycanê pêk tîne.
Li gundên Kurdnişîn hîna kevneşopiyên civaka Kurdewarî zindîne û têne berdewamkirin. Şevên dirêj ên werza zivistanê li gel hev derbaz dikin, şevbêrkan lidardixin, çîrok, serpêhatî û dengbêjiyan dibêjin.
Çiyayekî volkanê li Hawayîyê piştî 96 rojan careke din çalêak bû û madeyên sincirî jê hilpirjîn.
Kaniyên 'Badabê Sort' li gundê Orostê yê ser navçeya çardangeya Sariyê û li ser rêya Kîyaserê li Parêzgeha Mazenderanê ya bakurê Îranê ne.
Dîmenên ciyawaz ji qonax û şêwazên xwedîkirina mêşhingivînan li parêzgeha Loristanê.
Li Erzinganê xwêya xwezayî tê berhemanîn. Her roj karker berê xwe didin navçeya Kemahê ya wê parêzgehê û bi ked û westabûneke zêde xwê ji hewzan derdixin.
Demsala havînê û Tîrmehê Nîlûferên Avê bi rengê xwe yê kesk û pembûyî Avbenda Rûdbestê ya Babolrûda Şaristana Babolserê ya Parêzgeha Mazenderanê li bakurê Îranê dixemilîne.