Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro duşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 3 hezar kesî bi Koronayê ketine û 235 nexweşên koronayî jî can dan.
Jimara pêketiyên Koronayê dîsan li seranserî cihanê zêde bû. Heta niha li seranserî cihanê 1 milyon 42 hezar û 159 kes jî bi Koronayê mirine.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand ku 79 kesên din li Bakur û Rojhilata Sûriyê bi koronayê ketine.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku kesekî din bi koronayê jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 471 hezar û 772 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 389 hezar û 966 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Li Tirkiyê ji ber şewba Covîd-19'ê heta 3ê Cotmehê, 59 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 502 kesên din jî pê ketine.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê got, di 24 saetên dawî de 40 nexweşên din ên vîrûsa koronayê (Covid-19) hatin tomarkirin û kesek din jî mir.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku 80 kesên din bi vîrusa Koronayê (COVID-19) ketin.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 saetên bûrî de 16 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.
Li Rûsyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê herî diçe zêde dibe û heta naha zêdetir ji 21 hezar kesan ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.