Hejmara pêketîyên vîrusa korona 71 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 71 milyon û 472 hezar û 913 kes bi vîrusa korona ketine.
Cabbar Alp piştî salên dûr û dirêj ên li bajaran, biryar da ku vegere gundê xwe. Alp, piştî salan vegeriya gundê xwe yê girêdayî navçeya Farqînê. Alp anî ziman ku divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 92 hezar û 617 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 787 hezar û 853 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand ku 112 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 11 kes jî mirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh ragihand ku Ji pêr heta duh 10ê Kanûnê 46 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine.
Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn 25 kesên din bi Koronayê mirine û 1.380 kes jî bi Koronayê ketine.
Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 248 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 11 nexweşên din ên Koronayê jî jiyana xwe ji dest dan û 163 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro pêncşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê zêde ji 10 hezar kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 284 kesan jî ji ber vê vîrusê can dan.
Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê her diçe zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 296 hezar kesên pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand; 66 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan jî canê xwe ji dest dane.