Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê ragihand ku 241 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û testa 22 hezar û 195 kesan jî pozîtîv derketiye. Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca da zanîn ku hejmara nexweşên giran û pêketiyên aktîv kêm dibe û bandora tedbîran jî tê dîtin.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê 177 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê heya niha can dane gihêşte 53 hezar û 625 kesan.
Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê berdewam zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 323 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 152 hezar û 72 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 875 hezar û 943 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Di 24 saetên dawîn da 205 hezar û 809 testên Kovîd-19ê hatin kirin, jimara nexweşên giran bû 5 hezar û 707, tedawî/karantînaya 31 hezar û 945 kesan qediya û jimara başbûyiyan derket milyonek û 753 hezar û 552yan.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê pêla sêyem a Koronayê li welêt gelek sehmnak û giran da zanîn û got: Yekîtî, hevdilî û baeriya gel bi kadroya dermanî, welat ji vê pêla giran filitand.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 saetên borî de 215 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Qesira Elysee ragihand ku Macron semptomên vîrusê raber kirine û testa wî pozîtîf derketiye.
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bi vîrûsa koronayê ket.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 138 hezar û 530 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 856 hezar û 513 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.