Li Tirkiyê di 24 saetên borî de 17 hezar û 543 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 256 kesan jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora Miliyonek û 189 hezar û 21 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 933 hezar û 736 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Wezareta Tendurustiyê ya Almanyayê qala tomarkirina yekem babeta tûşbûna bi cûreya nû ya Vîrûsa Koronayê ku caran yekem li Brîtanyayê hatibû dîtin, li vî welatî kir.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro ragihand ku di 24 saetên dawiyê 152 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan û jimara kesên ku ji despêka peydabûna vê vîrusê li Îranê heya niha can dane gihêşte 54 hezar û 308 kesan.
Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuytaniyek belav kir û tê de da zanîn 1.127 kesên din bi Koronayê ketine û 7 kes jî bi Koronayê mirine.
Li Tirkiyê di heyama 24 saetên dawîn de 18 hezar û 102 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û 254 kes jî bi Koronayê mirine.
Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê berdewam zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 334 hezar pêketiyan jiyana xwe ji dest dane.
Li pey belavbûna vîrûsa nû ya Brîtanyayî, Rûsiyê gişt firrînên xwe yên ticarî û rêwîhilgir ber bi Brîtanyayê û berovajî dan rawestandin.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 47 kesên din bi koronayê ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de (ji pêra heta duh 22ê Kanûnê) 192 hezar û 316 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 19 hezar û 256 kes pozîtîf derketin, 251 kesan canê xwe ji dest da.