Koma Berxwedana Irqê bi sê xwefirran êrîşî ser Bendera Îlatê li Filistîna Dagirbûyî kir.
Seyid Ebas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê di press konferansekê li New Yorkê da got, Îsraîlê Rojhilata Navîn ber bi karesatê va kaş kir.
Navenda Çavdêriya ser Şebekeya Rêya Hesin a Inglîzê kete ber êrîşeke sayberî û bi tişta ku peyameke gelekî xofnak a terorîstî hatiye binavkirin ketiye ber gefê.
Rejîma Siyonîst di dewama êrîşên xwe yên hovane da careke din êrîşî Libnanê kir.
Vladîmîr Pûtîn Serokkomarê Rûsyayê got, Eger destdirêjî ser axa Rûsya û Bêlarûsê were kirin, em mafê bikaranîna çekên navokî ji xwe ra parastî dizanin.
Joe Biden Serokkomarê Amerîkayê fermana raberkirina pakêteke din a alîkariyên leşkerî bo Ukraynê da.
Mesûd Pizişkîyan Serokê Komara Îslamî ya Îranê li axaftina xwe ya li Civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê got, Boykotên yekalî gihîştina li armancên geşepêdanê sekinandin.
Mesûd Pizişkîyan Serokê Komara Îslamî ya Îranê ku ji bo beşdariya di Civîna Civata Giştî ya NYyê li New Yorkê ye, digel rayedarên welatên cûrbicûr ji wan Serokkomarê Tirkiyê civiya.
Navendeke Mafên Mirovan ragihand ku Rejîma Siyonîst bi merema kuştina zêdetir a xelkê Xezzeyê, kampên awareyan dike armanca êrîşên xwe.
Artêşa Rejîma Siyonîst êvara Duşemiyê êrîşî ser hin naçeyan li başûr û rojhilatê Libnanê kir.