-
Rêberê bilindqedir ê Şoreşê: Em li himber dijmin paşde venakişin
Çile 03, 2026 17:03Rêberê bilindqedir ê Şoreşa Islamî got: Çîn û qata û kasibkar ji çîn û qatên herî emekdar ên welêt ji bo Nizama Îslamî û Şoreşa Îslamî ne. Ser navê bazar, esnaf u dikandarên bazarê nikarin li himber Komara Îslamî ya Îranê û nizama Îslamî rawestin.
-
Şehîd Hecî Qasim Silêmanî, mayîndeyê Bereya Berxwedanê
Çile 03, 2026 19:52Şehîd Hecî Qasim Silêmanî, mayîndeyê Bereya Berxwedanê; raporek di vî warî da tê pêşkêşkirin.
-
Destdirêjiya Amerîkayê ser Venezuelayê û revandina serokkomarê vî welatî û hêrsbûna gelê Venezuleyaê ji vî karê Amerîkayê
Çile 03, 2026 18:22Dewleta Amerîkayê şeva borî gefên xwe yên çendmehî dijî Venezuelayê praktîze kir û bi balefirên cengê û helîkopteran êrişî Karakasa paytexta Venezuelayê kir û baregehên leşkerî û avahiya parlemanê û binesaziyên sereke yên Karakasê wêran kirin. Hikûmeta Venezuleyaê li vî welatî rewşa awarete ragehand. Trump îdia dike ku hêzên amerîkî Serokkomarê Venezuelayê revandine.
-
Şermezarkirina helwesta destwerdanê ya Trump li dijî Îranê
Çile 02, 2026 19:03Piştî gotinên destwerdanê yên Donald Trump derbarê alûgurên navxweyî yên Îranê Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî Elî Larîcanî, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî û Şêwirmendê Rêberê Şoreşê û Endamê Konseya Berevaniyê, Elî Şemxanî bi awayekî zelal û tund li himber vê helwestê bertek nîşan dan .
-
Lidarxistina 6-emîn Salvegera Şehîdbûna Serdar Silêmanî li Moskowê
Çile 02, 2026 18:01Di 6-emîn salvegera şehîdbûna Serdar Hecî Qasim Silêmanî de, van rojan li Rûsyayê hinek merasim û civîn têne lidarxistin da ku vî egîdê Îranî yê ku navûdengê wî yê mirovperwerî û dijî-zilmê sînor derbas kiriye bi bîr bînin. Komek ji ramanwer, rayedar, kesayetên siyasî, çandî, akademîk û alimên Misilman û Xiristiyan ên Rûsiyê nêrînên xwe li ser sirra mayîndebûna mekteba Hecî Qasim xistin rojevê.
-
Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê û zêdebûna hejmara şehîdên Xezzeyê
Çile 02, 2026 17:20Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê, bi tekeziya ser berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê, ragihand ku hejmara şehîdên êrişa rejîma Siyonîst ser Xezeyê gihêşt 71 hezar û 271 kesan.
-
Meşa li dijî siyonîstan li Stenbolê
Çile 01, 2026 18:12Gelê Tirkiyê di yekem roja sala nû de xwepêşandanek jibo piştgiriya ji gelê şerlêxistî û dorpêçbûyî yê Xezzeyê lidarxistin.
-
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: Divê HSD erkê xwe tam cih bîne
Çile 01, 2026 18:11Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratk (HSD) divê di zûtirîn dem de û li gorî peymana 10ê Adarê erkên xwe cih bîne.
-
Ciwan Usif: Zimanê kînê dijî kurdan gelekî zêde bûye
Çile 01, 2026 17:50Ciwan Usif, nivîskarê kurd li ser çarenivîsa rêkeftina 10 Adarê dibêje ku zimanê kînê dijî kurdan gelekî zêde bûye û hikûmeta Tirkiyê piştgiriyê dide vê pêvajoyê.
-
Bêdengîya cîhanî himber gefên Trump gefê li aştîya cîhanî dixwe
Kanûn 31, 2025 19:07Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji ber durûtîya hibmer gefên Serokomarê Amerîkayê rexne kir u hişyarî da ku bêdengbûna hibmer van kiryarên neqanûnî, Amerîka u Rejîma Sîyonîst çavsortir dike û aştî u ewlehîya cîhanî dixe ber xeterê.