Muhemed Şiyad Essûdanî Serokwezîrê Iraqê di hevdîtina digel endamên Komîsaryaya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ser lidarxistina hilbijartina azad û paqij a hilbijartina Parlimana Herêma Kurdistanê teqez kir.
Di halekî da ku şerê qirrkirina gel bi destê Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê derbasî roja 373an bûye, hejmara şehîdan dîsan jorda çû.
Koma Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku bi xwefirran êrîşî ser baregeheke leşkerî ya Rejîma Siyonîst li Golana Dagirbûyî kiriye.
Komên berxwedêr ên Filistînê ragihandin ku armanca jenosayda Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê tolhildana ji wan filistîniyan e ku ji vê navçeyê derneketin.
Medyayan ragihandin ku di encama şer û pevçûnên navbera şervanên Berxwedana Libnanê û Artêşa Rejîma Siyonîst da zêdetirî 20 leşkerên siyonîst hatin kuştin an birîndar bûn.
Bi hezaran mêr û jin ên malêziyayî dijî salekî jînûsayd û cinayeta Rejîma Siyonîst xwenîşandan li dar xistin.
Xelkê welatên curbicur ên cîhanê careka din bona piştgîriya ji xelkê Filistînê xwenîşandan li dar xistin.
Alîkarê Seyîd Hesen Nesrullah, sersekreterê şehîd ê Hizbullahê, Rejîma Siyonîst xetereka rastîn ji bo gişt navçe û cîhanê da zanîn û pêgîrî kir: Ev rejîma dagirkirîya xwe li Filistînê bisînor nake.
UNICEF`ê ragihand ku zêde ji 400 zarok li libnanê di sê hefteyên derbasbûyî de aware bûne û li ser xetera nivşeka ji destçûyî li Libnanê pêhişyarî da.
Roja 375an a Jenosayda Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê bi alûgorên cûrbicûr derbas bû. Di vê vîdyoyê da hûrgiliyên wê tên ragihandin.