Wezareta perwerdehiya Filistînê ragihand, ji dema destpêbûna şerrê rejîma qirkir a Îsraîlê dijî Zîvala Xezzê di 7`ê Cotmeha 2023`an ve heta nika nêzî 12 hezar xwendevan, di encma êrişên Rejîma Siyonîst da hatine kuştin.
Wezareta karên derve ya Rûsiyê ragihand tevî nihêrîna wek hev a partiyên navxweyî yên Amerîkayê li hember Rûsiyê, ji bo Rûsiyê ferq nake kî bibe serkevtiyê hilbijartina li vî welatî.
Artêşa Rejîma Dagirkir a Siyonîst li roja 44`an a bidûhev, êrişên xwe yên berfireh ser Libnanê didomîne û Hizbullaha Libnanê jî bona sekinîna li hember van êrisşn, çend pêgeh û binkeyên wan ên leşkerî dan ber mûşekan.
Rejîma Siyonîst bereberê roja 400`an a şerrê li Xezzê, gişt Zîvala Xezzê bi taybet navçeyên bakûr dan ber bombeyan û nexweşxane û navendên bicihbûna awareyan kire hedef.
Wezareta berevaniya Tirkiyê ragihand 3 endamên PKK`ê hatine kuştin.
Serokwezîrê Malêziyê got: Kiryarên bihêz, ji wan derxistina Îsraîlê ji NY li dû binpêkirinên mafên mirovan û jînûsayda li Xezzê, divê di zûtirîn dem de bên cihanîn.
Pispor û lêkolînerên îranî yên di warê nanoyê bi bikaranîna nanodermanê Padînêksa dijî penceşêrê karîn alîkariya dermankirina penceşêra sîngê(çiçikan) bikin.
Îsmaîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got, "Îran hertim piştevanê Bereya Berxwedanê ye".
Serdar Selamî diyar kir ku Amerîka edet kiriye ku li himber gelê Îranê işkestê bixwe ku berxwedan dê brsiveke teqil bide Amerîka û Îsraîlê.
UNRWAyê got:Lêdana derziya feleca zarokan li Xezeyê berdewam e lê heta ku agirbesekek mayînde li vê zîvalê pêk neyê zarok dê rewşeke nalebar derbas bikin.