Di encama operasyona hewayî ya artêşa Nîcêrê dijî terorîstên Bokoheramê de 40 endamên vê komê hatin kuştin.
Endamekî hevpeymaniya Fethê ya Iraqê ragihand ku hêzên amerîkî çavkaniyên niftê yên rojhilatê Firatê li Sûriyê bi kar tînin bona piştgiriya ji komên terorîst û dabînkirina aboriya wan.
Medyayên Herêma kurdiostana Iraqê derbarê kuştina 2 endamên Koma terorîst a Komeleyê û birîndarbûna çend kesên din di encama pevçûnên navxweyî di navbra endamên vê komê li nêzêkî Silêmaniyê agahî dan.
Çavkaniyên medyayî ragihandin yekîneyên Artêşa Sûriyê li Rîfa Hemahê pêgehên terorîstên bereya El-Nusreyê dan ber êrişan.
Serokê Navenda Parastin û Îtelataê ya Hêza Dadweriyê ya Komara îslamî ya Îranê, derbarê desteserkirina endamên tîma terorîst a peywendîdar bi tevgerên siyonîst li parêzgeha Azerbaycana rojavayê agahî da.
Beşa peywendiyên giştî ya Biryargeha Hemze Seyid ul-Şuheda (S) ya Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ragihand ku navbera têkoşerên vê biryargehê û tîmeke terorîst li Makûyê li bakurê rojavayê Îranê pevçûn derketiye û ev tîma terorîstî ji nav çûye.