Ofîsa çapemeniyê ya Koşka Kremlînê ragihand: Ayetullah Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê di gotûbêja telefonî da derbarê rewşa gotûbêjên Viyenê û alûgorên herî dawî li Ukraynê axivîn.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di Komcivîna Welatên Firoşyarê Gazê (GECF) li Qeterê da got: Gaza xwezayî pêşeroja enêrjiya cîhanê ava dike û çavkaniyeke girîng a enêrjiyê ji bo civakê ye.
Wezîrê karên derve yê Îranê di twîterê da nivîsî: Destê Îranê ber bi welatên cînar va vekirî ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku berxwedan û berxwegirtina helwêstên qahêm li hemberî serdestîxwazan û emperyalîsmê dê bi hetim bi ser keve, got: Têkiliya me di gel welatên Amerîkaya Latîn ji bo bidestxistina asoyên nû yên hevkariyê dê baştir ji berê were şopandin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku em li dû guherînê di têkiliyên navçeyî da ji bo danûstandin, hevkarî û hevgirtinê ne, got: Îranê di serdema dijwariyê da dostaniya xwe bo hemî welatên navçeyê selimandiye.
Îran û Qeterê 14 belgenameyên hevkariyê di warên cûr bi cûr da wajo kir.
Rêûrisma pêşwaziya fermî ya mîrê Qeterê ji Serokê Komara Îslamî ya Îranê li dîwana mîrtiya vî welatî hat lidarxistin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê ku bi mebesta beşdariya di civîna OPEC'ya Gazê da serdana Qeterê kiriye, derbasî Dûhaya paytexta vî welatî bû.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê dê roja Duşemiyê li ser vexwendina fermî ya mîrê Qeterê, serdana Dûhayê bike.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Me ragihand ku eger boykot bên rakirin, rewş ji bo lihevkirinê amade ye û Îranê nîşan daye ku pabendî sozên xwe ye, lê em aboriya welêt li benda Lihevkirina Navokî nahêlin.