Bernameya taybetî Oxiririna meytên Şehîdên Rêya Xizmetê ku roja Çarşemiyê 22ê Gulana 2024an bi awayê zindî hat belavkirin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilabê sibeha Çarşemiyê 22ê Gulana 2024an bi amadebûna li Zanîngeha Tehranê li meytê Ayetullah Seyid Îbrahîm Reîsî Serokkomar û hevrêyên wî nimêj kir.
Kêliyên rêzgirtina desteya Herêma Kurdistana Iraqê pêkhatî j Nêçîrvan Barzanî Serok, Mesrûr Barzanî Serokwezîr û Qubad Talebanî Alîkarê Serokê vê herêmê li meytê Şehîd Reîsî û hevrêyên wî.
Meytê Şehîd Ayetullah "Seyid Îbrahîm Reîsî" Serokkomar û Şehîdên Xizmetê sibeha Çarşemiyê, 22ê Gulana 2024an, piştî nimêjkirina ji aliyê Rêberê mezin ê Înqilabê ji Zanîngeha Tehranê heta Meydana Azadiyê hatin oxirkirin.
Rêûrisma oxirkirina meytên Şehîdên Rêya Xizmetê li Qumê di roja Sêşemiyê da ku bi awayê zindî ji Kanala Sehera Kurdî hatiye belavkirin.
Îro rayedarên derveyî di ast û pileyên cûrbicûr da bi amadebûna xwe li Tehranê, beşdarî rêûrisma rêzgirtina li meytên Şehîd Reîsî Serokkomar û hevrêyên wî bûn.