-
Li Kampa Holê 23ê kes bi tohmeta DAIŞê hatin girtin
May 04, 2022 04:24Asayîşa Kampa Holê ya ser bi teşkîlata bi navê Rêveberiya Xweser li nav kampê 23ê kes bi tohmetbariya pêwendiya bi şaneyên DAIŞê re li derveyî kampê girtin.
-
Şêx Ednan Elêwî bang li oldarên li Tirkiyê kir ku li hemberî Erdogan bisekinin
Nîsan 29, 2022 09:00Serokê Nivîsgeha Al E-Beyt a Tebqayê, Şêx Ednan Elêwî got, sûcên ku dewleta Tirkiyê di bin kirasê Îslamê de dike mîna wan nehatine kirin û bang li oldaran kir ku heqîqetê derxînin û serî ji desthilatdaran re danexin.
-
Berdevkê YPG`ê bersiva îdiayên PDK`ê derbarê destserkirina amûrên leşkerî yên YPG`ê, da
Nîsan 28, 2022 10:59Berdevkê hêzên kurd ên Sûriyê, YPG`ê Nûrî Mehmûd îro bi daxuyaniyekê bersiv da îdiayên Asayîşa PDK`ê ku dibêjin amûrên leşkerî yên YPG`ê şandine li Dihokê hatine girtin. Mehmûd got ev îdia ne rast in û PDK bi îdiayên bi vî rengî hewl dide hevkariya xwe bi dewleta Tirkiyê re binixumîne.
-
Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 3 welatiyên sivîl revandin
Nîsan 27, 2022 08:11Çeteyên ser bi Tirkiyê li gundewarê Efrînê 3 welatiyên sivîl girtine û ti zanyarî li ser wan nahtine naskirin.
-
Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê dîsa av li ser bajarê Hesekê qut kirin
Nîsan 27, 2022 06:09Ava rawestgeha Elokê careke din li ser bajarê Hesekê û derdora wê hatiye birrîn. Li gor agahiyan, ew pênc roj in ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ava wê rawestgehê li ser Hesekê birîne.
-
Artêşa Tirkiyê bi dronekê êrîşî Til Rifetê li bakurê rojavayê Heleba Sûriyê kir
Nîsan 27, 2022 05:16Artêşa Tirkiye bi dronekê derdora bajarokê Til Rifetê li bakurê rojavayê Helebê ya Sûriyê bombebaran kir û ji ber bombebaranê zerar gehişte malekê.
-
Çeteyan li Bilbilê 75 darên zeytûnê birîn
Nîsan 26, 2022 15:36Çeteyên Lîwa El-Şemal ên dewleta Tirkiyê li gundê Zerê yê navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê 75 darên zeytûnê birîn.
-
Rapor - Tirkiye guhertina demografiyê li Efrîna dagirkirî bênavbir didomîne
Nîsan 25, 2022 10:34Dewleta Tirkiyê di demên dawî de siyaseta guhertina demgorafiyê li Efrîna dagirkirî zêdetir kiriye, avahiyên mêtîngeriyê ava dike da ku malbatên çeteyan û yên ji derve lê bi cih bike.
-
Li Helebê Komkujiya Ermeniyan hat bibîranîn
Nîsan 25, 2022 10:08Li bajarê Helebê Ermeniyan bi rêya meşekê komkujiya sala 1915an bi bîr anî. Meşa bîranînê bi şev ji Kenîseya Ermenên Ortodoks bi bilindkirina ala û sloganên protestokirina komkujiyê destpê kir û ber bi goristan û monomenta taybet bi komkujiyê hat kirin.
-
Tirkiyê qada xwe ya asimanî li ser balefirên rûsî ku diçin Sûriyê girt
Nîsan 25, 2022 04:06Wezîrê derve yê Tirkiyê ragihand ku qasa asimanî ya vî welatî li ser hemî balefirên leşkerî û ne-leşkerî yên hilgirê leşkerên Rûsiyê bo Sûriyê hat girtin.