Rêveberê Giştî yê Bender û Keştîvaniyê yê Sîstan û Belûçistanê ragihand ku yekem keştiya kantînerî ya bi TEU 6500 kantînan bi pêkanîna servîsa rêkûpêk a geştên rasterast ji başûrê rojhilatê Asyayê gihîşte peravên Çabiharê.
Beşa Peywendiyên Gelemperî ya Biryargeha Qudsê ya Başûrê Rojhilatê Îranê qala şehîdbûna çar têkoşerên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li navçeya Seravanê kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser girîngiya peravên Mekranê di mijara bazirganiya deryayî da û got, Ev navçe dikare bibe navçeyeke stratejîk ji bo welêt.
Hukmê îdamê ya 2 endamên koma têrorîst a Ceyş El-Zulmê bi tometa kiryarên terorîstî, çêkirina bêewlehiyê, teqekirina li hêzên polîs û şehîdkirina 4 sînorvanên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hat cîbicîkirin.
Fermandeyê Sînor ê Polîsê Komara Îslamî ya Îranê (Feraca) ji dîtina karwanekî çek û cebilxane li dergehê sînorên başûrê rojhilatê welêt xeber da.
Rêveberê polîsê Sîstan û Belûçistanê yê Îranê got: Îro berî nimêja mexrîb û îşayê pêşnimêjê mizgefta Mûlay Muteqiyan li Zahidanê li başûrê rojhilatê Îranê ji aliyê terorîstan ve hat şehîdkirin.
Navenda navneteweyî ya Kontrolkirina Ewlehiya Deryayî ya Bakûrê Oqyanûsa Hindê li Navçeya Sêyem a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hat vekirin.
Fermandeyê polîsên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê (başûrê rojhilatê Îranê) ragihand ku di nava 2 hefteyên dawî de 13 bandên qaçaxa çek û cebilxanan li bajarên Zahidan, Zabul û Xaşê bi operasyonên îstixbaratê hatine rûxandin.
Dewsgirê Fermandarê gişt ê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî amaje bi ajawegêriyên vê dawiyê li hin bajarên Îranê, got: Di vê komployê da, hemî dijmin ji bo alozkirina Îrana Îslamî hatin meydanê.
Cenazeyên 4 şehîdên asayîşê bi amadebûna nûnerê weliyê feqîh, parêzgar, fermandarê binkeya Quds a hêza bejahî ya sipahê Başûrê Rojhilat û berpirsên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li bajarê Zahidanê hatin oxirkirin.