Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê çalakiya "Hefteya Çandê ya Yekemîn " li Reqayê da destpêkirin.
Çeteyên DAIŞê li bajarê Reqayê yê bakurê Sûriyê bi mîlîtanên HSDê ra ketin pevçûnê.
Desteya Tenduristiyê ya Desthilata Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 33 kes bi koronayê ketin.
Hawar Newsê nivîsiye: "Bi dirûşma “Hêzên dewleta Tirkiyê têk bibin û Sûriyek pirreng û nenavendî ava bikin” Partiya Sûriya Pêşerojê li gundewarên başûrê Reqayê meşek organîze kir."
Duh Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê wêjevan û lêkolîner Elî El-Siwêhe li navenda xwe ya li bajêr bi amadebûna hejmareke rewşenbîr û helbestvanên Reqayê, xelat kir.
Biryara qedexekirina giştî ya derketina derve li bajarên Qamişlo, Hesekê, Reqa û Tebqayê dest pê kir.
Artêşa Tirkiyê li gundê Seyda li bakurê Eyn Îsayê li parêzgeha Reqayê baregeheke leşkerî ya nû ava kir.
Kanala Al-Alamê qala bihîstina dengê teqînê li bajarê Reqaya Sûriyê û firrîna balefirên nenas li ser vî bajarî kir.
Dibistana astengdarên bihîstin û axaftinê, li bajarê Reqayê hate vekirin. Ev dibistan li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn e.
Bor Seîd pirtûkxaneya herî kevin li bajarê Reqayê ye ku di sala 1957`an de hate vekirin û bibû meqseda hezkiriyên pirtûkan. Lê ji ber şerê li Sûriyê rû daye, serdana pirtûkxaneyê kêm bû.