Di ketina balafira leşkerî ya Rûsyayê ya Illusion-76 ku ber bi Ukraynayê ve diçû, herî kêm 4 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Yekitiya Ewropayê bi fermî Urayna ku bi Rûsyayê re di nava şer de ye, xiste nava welatên namzet. Di civîna bilind a YE‘yê ya roja pêncşemê de biryar hat dayîn ku statuya welatê berendam ji Moldovayê re jî were dayîn.
Serokomarê Tirkiyê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser rêyên çareserkirina encamên şerê Rûsya û Ukraynayê gotûbêj kirin.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marya Zaxarova ragihand, gotûbêjên wan ên siyasî yên li ser astên cuda bi Hewlêr û Bexdayê re dewam dikin û ew ê pêwendiyên xwe hîn zêdetir bi pêş ve bibin.
Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin roja înê 17ê Hezîrana 2022yan li Foruma Aboriya Cîhanî ya St. Petersburgê, welatên rojava weke sedema bilindbûna enflasyona aboriyê tohmetbar kir.
Nûnerê Rûsyayê di civîna Astana ya derbarê Sûriyê de operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê bi neaqilane û neqanûnî bi nav kir.
Di civîna Astanayê de nûnerê Rûsyayê êrîşa Îsraîlê ser Sûriyê û hebûna hêzên Amerîkayê li wî welatî rexne kir.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serdana Enqera paytexta Tirkiyê kir.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand ku Enqerê li gor Peymana Montreux(Montro), tetbîqatên NATOyê yên ku hatibûn plankirin li Behra Reş betal kir.
Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, welatê wî sîstema mûşekî û çek û teqemeniyên pêşketî ji bo Ukraynayê dabîn bike, da ku bikarin armancên sereke yên Rûsyayê bêhtir lêdin.