Endamê Ofîsa Nûnertiya Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li Herêma Kurdistana Iraqê got: "Tirkiyê gefên xwe yên devkî li dijî kurdên Sûriyê kêm nekirine, lê em wer nafikirin ku bikare êrîşeke nû li dijî Kurdistana Sûriyê pêk bîne."
Li gorî navenda veguhestina pere ya ICEya Londonê, piştî destûra serokkomarê Rûsiyê ji bo raberkirina gazê bo "Welatên ne-dost" tenê di berdêla rûblê - pereyê neteweyî yê Rûsiyê- bihayê gazê li Ewropayê 1350 dolar di her 1000 mitrên kûp da derbas kir.
Serokkomarê Rûsiyê bi rêya telefonê di gel hevpîşeyê xwe yê fransî axivî û wan bi hev ra rewşa Ukraynê vekoland.
Ukraynê îdia kir ku ji artêşa Ûris 15 hezar û 300 esker hatin kuştin, 99 balafir, 123 firoke û 509 tankên artêşê hatin îmhekirin.
Li gorî amara nû ya Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ji dema dagirkirina bajarê Efrîna Sûriyê ya kurdnişîn ji aliyê Tirkiyê va di sala 2018an da, heta niha 7500 welatiyên kurd ên vî bajarî hatine revandin û 639 kesan jî canê xwe ji dest daye.
2 balefirên şêrr ên Rûsiyê veşargehên terorîstên DAIŞê li çolistana Suxneyê ya rojhilatê Humsa Sûriyê dane ber êrîşê.
Wezîrê berevaniyê yê Slovakiyê ku welatê wî endamê NATOyê ye roja Yekşemiyê got: Slovakiyê wergirtina yekemîn yekîneyên Pergala Berevaniya Asimanî ya Patriyotê ku ayîdî Almanya û Holendê ne, dest pê kir.
Artîşa Rûsyayê, piştî topbarana Mariupol bajarî, dest bi ser navçeyan de girtiye û niha jî dest bi derxistina xelkê sivîl kiriye. Li gor amarên ku Ukraynê belav kirine, di 2 rojan de 9 hezar sivîl ji Mariupolê hatine derxistin.
Nûnerê bilind ê NY careke din destnîşan kir ku haya NY ji tu bernameyeke çekên biyolojîkî li Ukraynê tuneye.
Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Îgor Konaşenkov got ku artêşa Ûris cara ewil eniya li herêma Îvano-Frankîvsk a Ukraynê bi "Kînjal"a moşeka hîpersonîk va berteref kir.