Nîsan 04, 2022 20:18
Ukraynê hêzên Rûsiyê bi pêkanîna tevkujiyekê li bajarê Boçayê di 30 kîlomitriya bakurê rojavayê Kiyêvê tawanbar kirin.
Berpirsên ukraynî dibêjin piştî rizgarkirina bajêr ji aliyê hêzên ukraynî va, meytên welatiyên sivîl - gelek ji wan bi destên girêdayî û cihên gulleyê ji nêzik va û nîşaneyên işkenceyê- li hin kolanan hatin dîtin.