Wezareta Parastinê ya Ermenistanê daxuyand ku hêzên çekdar ên Komara Azerbêcanê êrişî yekîneya leşkerî ya Ermenistanê ya li bajarokê Fardinesê ya bi ser sînor ve kir. Fardines dûrî herêma Qerebaxê e.
Li Qerebaxê, şerê ku piştî operasyona Komara Azerbaycanê ya bi piştgiriya Tirkiyê dest pê kir, dewam dike. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî wê nava rojê di vê barê de bicive.
Rojnamevan û dîplomatê Ermenî Hamo Moskovyan got, Tirkiyê bi destwerdana li aloziya Ermenistan-Komara Azerbaycanê dixwaze dest li herêma Kafkasya û herêma pişt deryaya Qezwînê werde da ku xewna "Torana mezin" pêk bîne. Wî her wiha piştrast kir ku Tirkiyê ji bo pêkanîna xewnên xwe çeteyên Sûriyê bi kar tîne.
Rojnameya Arm Radio'yê ya Ermenistanê nivîsî: Komara Azerbaycanê 5 helîkopter û 33 tank û 27 firokeyên bêfirokevan ji dest dan.
Ermenistanê rêya ku diçe beşa bakurî ya Qerebaxê girêda.
Li pey pevçûnên leşkerî navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê, sê roketên aliyên şêrr li navçeyên sînorî yên Îranê ketin.
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi pevçûnên leşkerî navbera Komara Azerbaycanê û Îranê, qala amadetiya Têhranê jibo dabînkirina rewşê jibo gotûbêja navbera Bakû û Yêrîvanê kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê di gotûbêjên telefonî yên cuda digel hevpîşeyên xwe yên ermenî û azerî ji du aliyan xwest ku ser hemdê xwe bin, agirbesê berçav bigirin û bilez dijminatiyan bi dawî bînin û gotûbêjan di çarçova maf û qanûnên navneteweyî destpê bikin.
Rojnameya News'a Ermenistanê ji zarê Kûçariyan serokomarê berê yê vî welatî nivîsî: "Tirkiyê hertim bi çavekî timakar li Qefqaza başûr nihêriye".
Berdevkê Wezareta karên derve ya Ermenistanê ragihand: "Em piştgiriya xwe ji Yûnan û Qibrisê radigihînin û ji Tirkiyê dixweazin ku rewşa navçeyê aloz neke."