Rojnameya Arm Radio ya Ermenistanê îro Yekşemiyê nivîsî: "Hêzên ermenî li derdora Laçînê pêşda çûn."
Ermenistanê îdia kir ku di pevçûna digel hêzên Komara Azerbaycanê li navçeya kêşeliser a Qerebaxê, firokeyeke bêfirokevan a vî welatî xistiye xwarê.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku beşek din a cenazeyê çeteyên Tirkiyê yên li Qerebaxê hatin kuştin vegeriya Sûriyê.
Fermandarê Biryargeha Navçeyî ya Bakurê Rojava ya Hêza Bejahî ya Artêşa Îranê got: Yenîneyên zirêhî yên vê biryargehê li ser zîvala sînorî ya Îranê digel Komara Azerbaycanê û Ermenistanê bi cih bûn.
Serokê îstixbarata derve ya Rûsyayê Sergey Naryshkin ragihand ku agahiyên girêdayî tevlêbûna çeteyên ji Sûriyê û îstixbarata Tirkiyê di şerên li Qerebaxê de bi dest xistin.
Berdevka Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê îdia kir ku ji roja Çarşemiyê va heta niha hêzên vî welatî çar firokeyên bêfirokevan ên Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxê xistine xwarê.
Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê bombebarana şûnwarên jiyanê li Komara Azerbaycanê bi bikaranîna bombeyên pêkhatî ji Fosfora Sipî derew zanî.
Rojnameya Faktorê ya Ermenistanê duh Çarşemiyê, 4ê Mijdara 2020î nivîsî: "Komara Azerbaycanê bûye sitargeha navneteweyî ya têrorîstan".
Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku hilbijartina Amerîkayê ji babeta curbicur hêjayî ders hîn bûnê ye û got: Ji bo Tehranê re ne girîng eli Amerîkayê çi derbas dibe û kî dibe serokomar.