-
'Artêşa Tirk dikeve her derekî Herêma Kurdistanê jê dernakeve û derên wê dibirin û dibinTirkiyê' /RAPOR
May 29, 2021 17:01Ji ber şer û operasyon û bombebaranên Tirkiyê bi sedan gundên Herêma Kurdistanê, hatin valakirin û bi dehan donim bax, baxçe û daristan şewitîn. Niştecihên heremê dibêjin bi leşkerên Tirkiyê re hinek çete bi kompanyeyan re lihev dikin darên li Herema Kurdistanê dibirin û derbasî wî aliyê sînor dikin.
-
Leşkerên Tirkiyê rê li gundiyên Herêma Kurdistanê digirin û ji wan derbarê PKKê pirs dikin
May 29, 2021 09:11Operasyon û bombebaranên artêşa Tirkiyê liHerêma Kurdistanê berdewam in û her ku diçe hejmara binkeyên serbazên Tirkiyê zêde dibin. Leşkerên Tirkiyê daketin gundê Hirûrê li herêma Berwarî Bala û rê li gundiyan girtin û derbarê PKKê ji wan pirskirin û gef li wan xwarin ku divê ew her endamekî PKK dibînin zûka artêşa tirk agahdar bikin û ew nikarin pir ji gund dûr kevin.
-
Li Amedê girtiyê nexweş ê 83 salî bi kelepçekirî birin nexweşxaneyê
May 27, 2021 22:25Li Amedê bajarê kurdî yê Tirkiyê girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan, bi rengekî kelepçekirî birin nexweşxaneyê.
-
ZAXO - Di topbarana Tirkiyê de du birayên Şingalî birîndar bûn
May 26, 2021 19:48Di encama topbarana Tirkiyê de du birayên xelkê Şingalê, li Derkara ser bi Zaxo ve birîndar bûn. Herdu bira li ber pez bûn.
-
Parêzgarê Dihokê bêyî şermezarkirina êrişên Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê xwest PKK ji vê Herêmê derkeve
May 25, 2021 21:04Parêzgarê Dihokê bêyî ku balê bikişîne ser herêmên dagirbûyî ji aliyê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê daxwaz kir hêzên PKKê ji Herêma Kurdistanê derkevin û êdî ziyanê negihînin xelkê Herêma Kurdistanê.
-
PKK: Li Dihokê 4 şervanên me yên ji tedawiyê vedigeriyan bi êrişa hewayî hatin kuştin
May 25, 2021 20:13PKK’ê ragihand ku şeva 20’ê Gulanê li derdora gundê Mangişkê yê Dihokê li Herêma Kurdistanê, 4 şervanên ji tedawiyê vedigeriyan di êrişa hewayî ya dewleta Tirkiyê de hatin kuştin.
-
PKK kuştina 6 leşkerên artêşa Tirkiyê ragihand
May 24, 2021 10:38Li gor nûçeyên medyaya PKKê, li navçeya Avaşînê 6 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
-
Tevgera Esayîba Ehlê Heq a Iraqê: Hemî bijarde li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber dest in
May 24, 2021 09:57Tevgera Esayîba Ehlê Heq a Iraqê ragihandin; Hemî bijarde jibo sekinîna li dijî dewama destdirêjiyên Enqerê û binpêkirina hakimiyeta vî welatî li ser maseyê ne.
-
PKKê piştrast kir ku 6 şervanên winda bûyî yên wê hatine kuştin
May 23, 2021 20:57PKKê aşkere kir ku ew 6 gerîlayên ku peywendî li gel wê qut bûbû, di êrişên balafirên cengî yên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane. Herwiha PKKê li gel nasnama wan gerîlayan, kuştina 9 leşkerên Tirkiyê jî ragihand.
-
Li bakurê Iraqê 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
May 23, 2021 19:33Di operasyona hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya Tirkiyê de li bakurê Iraqê 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.