-
PKKê kuştina 11 leşkeran û Tirkiyê jî kuştina 9 hêzên PKKê ragihand
Hezîran 17, 2021 19:12Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) a ser bi PKKê ragihand, li navçeyên Metîna û Avaşîn ên li Herêma Kurdistanê hêzên wan 11 serbazên Tirkiyê kuştin û nasnameyeke hêzekî xwe jî aşkere kir ku di şer de canê xwe ji dest daye. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, 9 hêzên PKKê di êrişên wan ên asmanî de hatine kuştin.
-
Li Stenbolê 5 kes bi tohmeta endamtiya PKKê hatin girtin
Hezîran 17, 2021 00:58Li 5 navçeyên parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê polîsan bi ser hejmarek malan de girtin û di encamê de 5 kes bi tometa endametiya PKK hatin desteserkirin.
-
Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Hezîran 13, 2021 10:09Li parêzgeha Bedlîsê ya Tirkiyê bi hinceta hebûna hêzên PKKê li 35 gund û mezrayan qedexeya derketina derve hat ragihandin.
-
Leşkerekî Tirkiyê di êrîşa PKKê da lio bakurê Iraqê hat kuştin
Hezîran 13, 2021 09:47Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku leşkerekî vî welatî li bakurê Iraqê ji aliyê hêzên PKKê va hatiye kuştin.
-
Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragehandin
Hezîran 12, 2021 16:44Li parêzgeha Bedlîsê ya kurdên Tirkiyê bi hinceta hebûna şervanên PKKê li 35 gund û mezrayan qedexeya derketina derve hat ragihandin.
-
Parlamentera Alman: Divê Almanya îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve lêkolîn bike
Hezîran 09, 2021 00:28Endama Parlmenta Almanyayê û berdevka fraksiyona polîtîkayên navxweyî ya Çepan (DIE LINKE) Ulla Jelpke ji bo lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirkiyê li dijê hêzên PKK pêşniyazpirsek da Parlamenta Federal ya Almanyayê û dibêje divê Hikûmeta Federal îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyê ve lêkolîn bike.
-
Li Amedê 33 kes bi tohmeta hevkarîkirina PKKê hatin girtin
Hezîran 08, 2021 21:31Li parêzgeha Amedê ya kurdnişîn li Tirkiyê ew 34 welatiyên ku bi tohmeta hevkarîkirina bi PKKê re hatibûn desteserkirin, 33 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.
-
PYDê kuştina 6 pêşmergeyên Herêma Kurdistanê karê Tirkiyê da zanîn
Hezîran 06, 2021 21:36Partiya Yekitiya Demokratîk a kurdên Sûriyê (PYD) bombebarana Kampa Mexmûrê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir, herwiha ragihand Tirkiyê êrişa li Metîna ya ser hêzên Pêşmerge ku bû sedema kuştina 6 pêşmergeyên Herêma Kurdistanê pêk aniye.
-
Osman Ocalan: Destê Tirkiyê di ‘şerê PKK-Pêşmerge’ de heye
Hezîran 06, 2021 10:28Osman Ocalan siyasetmedarê Kurd û birayê rêberê PKKê yê girtî dibêje, destê Tirkiyê, di êriş û şerê li Metîna heye ku di encama wî şerî de 5 Pêşmerge hatin kuştin û 7 Pêşmerge jî birîndar bûn.
-
Wezareta Berevaniyê ya Iraqê: Êrîşa PKKê li ser Pêşmerge nayê qebûlkirin
Hezîran 06, 2021 08:53Wezareta Berevaniyê ya Iraqê êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge li çiyayê Metînayê li qezaya Amêdiyê ya Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand, her êrîşekê li ser hêza Pêşmerge red dike.