Li Metîna di navbera Qada Zendûra û Derarê de di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer çêbû. PKKê dibêje di vî şerî de 8 leşker hatin kuştin, 12 leşker jî birîndar bûn. Leşkeran ji ber panîkê li hev reşandin û 4 leşker birîndar bûn.
PKK'ê ragihand ku li herêma Heftanînê 2 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
PKK'ê ragihand ku li Metînayê di 5'ê Nîsanê de gerîlayek û di 29'ê Adarê de li herêma Bagokê ya Mêrdînê jî 6 gerîla hatin kuştin.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku arteşa wî welatî, li herdu parêzgehên kurdnişîn ên Şirnex û Sêrtê li dijî şervanên PKKê dest bi operasyoneke nû kir.
Li nehiya Batifayê ya bi ser Zaxoya Herêma Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket.
Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan da zanîn ku ji ber rewşa tenduristiya "Abdullah Ocalan", rêberê PKK'ê bi fikar in, divê tavilê bihêlin ku pê re hevdîtinê bikin. Wî her wiha daxwaznameyek da Wezareta Edaletê ya Tirkiyê.
Li Şingalê alozî di navbera alîgirên PKK û artêşa Iraqê de çêbû kesekî sivîl birîndar bûye, li gor çavkaniyekê taybet, hêzên ser bi PKKê ve 5 bingehên nû danîne nav Şingalê û artêşa Iraqê qebûl nake.
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sahaf ragihand ku ew her operasyoneke Tirkiyê ya yekalî li nav axa Herêma Kurdistanê û Iraqê red dikin.
Balyozê Tirkiyê li Têhranê bo wezareta karên derve ya Îranê hat xwestin.
Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demirtaş kuştina 13 dîlên ku di destê PKKê de bûn şermezar kir û hevxemiya xwe ligela malbatên wan nîşan da.