-
'NATO bi destê Tirkiyê çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar tîne'
May 01, 2022 11:25Dr. Serbilind Dersim diyar kir ku welatên sereke yên NATO'yê, Rûsyayê sûcdar dikin ku li dijî Ûkraynayê çekên kîmyewî bi kar tîne, lê bi durûtî çavên xwe ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiye li dijî Kurdan digirin û vê yekê nabînin.
-
Hevbendiya Fetih: Bêdengiya hikumeta Federal li ser êrişên Tirkiyê nîşaneya lihevkirinê ye
May 01, 2022 08:51Parlamanterê ji Hevbendiya El Fetih Mihemed El-Beldawî îro destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Federal li hember êrişên dewleta Tirkiyê yên li dijî Herêma Kurdistanê, nîşaneya hebûna lihevkirineke veşartî di navbera her du aliyan de ye.
-
Şervanên jin û mêr ên PKKê îdia dikin ku herî dawiyê li ser hev 28 leşkerên Tirkiyê kuştine
Nîsan 27, 2022 22:38Şervanên jin ên PKKê ku pêra YJA-Star dibêjin dibêjin li dijî komeke girêdayî artêşa Tirkiyê li Werxelê ya Avaşînê operasiyonek li dar xist. Di encama vê operasiyonê de 8 leşkerên Tirkiyê kuştin û 2 leşker jî birîndar Kirin. Ji aliyê din ve hêzên din ên PKKê ku navê HPG lê kirine dibêjin ku wan jî 20 leşker kuştine.
-
Di çarçîva hevkariya PDK û Tirkiyê de hêzên PDKê dest danîn ser madeyên teqîner ên PKKê
Nîsan 27, 2022 16:32Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ya ser bi PDKê ragihand ku wan dest bi ser hejmareke zêde ya madeyên teqemenî û serbazî de girtine ku mûşekên dijîtank û TNT di nav de bûne û “PKK xwestiye wan li şerê dijî artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bi kar bîne.”
-
Hejmarek ji kurdên li Swîsreyê bi ser Nûnertiya PDKê ya li Swîsreyê de girtin
Nîsan 27, 2022 09:15Hejmareke kes ku di destê wan de flamayên PKKê hebûn hewldan têkevin avahiya Nûnertiya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Swîsreyê, lê polîsan rê li ber wan girt.
-
Artêşa Tirkiyê top avête gundê Hirorê ya Berwariya Bala ya Herêma Kurdistanê
Nîsan 26, 2022 10:38Li gundê Hirorê yê girêdayî devera Berwariya Bala ya Herêma Kurdistanê topguleyek li mala welatiyekî ket û mixtarê gund diyar kir ku tenê ziyana madî çêbûye.
-
Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê: Nefta Kerkûkê hokara destdirêjiya Tirkiyê ser axa Iraqê ji 30 sal berê va ye
Nîsan 25, 2022 17:30Rêberekî Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê îro tekez kir ku bîrên neftê yên Kerkûkê hokara sereke ya êrîşên berdewam ên Tirkiyê li ser Iraqê ji 30 sal berê va ye.
-
Bexda: Operasiyona Tirkiyê li bakurê Iraqê tu bingeheke qanûnî tuneye
Nîsan 25, 2022 14:48Wezareta karên derve ya Iraqê ragihand, tu lihevkirinek di gel Tirkiyê derbarê operasiyona vî welatî li Iraqê pêk nehatiye û ev kiryar qanûnî nînin.
-
Dubare tekezkirina Tirkiyê li ser berdewamiya êrişên leşkerî li Iraqê
Nîsan 24, 2022 19:45Tevî nerazîbûna fermî ya berpirsên hikûmeta Bexdayê li hember berdewamiya operasyona leşkerî ya Tirkiyê, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê tekezî li ser berdewamiya êrişên leşkerî li ser bakurê Iraqê kir.
-
Daxuyaniyên dawiyê yên PKK û Tirkiyê derbarê şerê wan li Herêma Kurdistanê
Nîsan 24, 2022 10:22Hêzên PKKê ragihand ku duh li devera Zap û Avaşîn 29 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne. Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku di encama êrişên wan de 11 şervanên PKKê canê xwe ji dest dane.