Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê piştî girtina Hevşaredar Ayhan Bîlgen, kêliyek şûn ve qeyûm danîn ser Şaredariya Qersê.
Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de ji 20 siyasetmedarên 9 roj in di binçavan de bûn 17 siyasetmedar hatin girtin.
Salih Muslim operasiyona roja Îniyê li Tirkiyê li dijî HDPê wek xweşbûna rewşê jibo şerê navxweyî li Tirkiyê da zanîn.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li dijî oprasyona partiya xwe nerazîbûn nîşan da û got: “Daraz bi destê îqtîdarê dixebite. Her ku winda dikin êrişî me dikin. Her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin.”
Berdevkê Partiya Pêşerojê Selîm Temûrcî, bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê da û got: “Divê êdî çerxa siyaseta bekayê ya li welat bê guhertin.” Berdevkê Partiya Saadetê Bîrol Aydin jî, got; “Heyfa welatê me.”
Nûnerên partiyên siyasî operasyona li dijî HDP’ê pêk hat nirxandin û gotin: “Kobanê neket. Ji HDP'ê hesabê Kobaniya neketiye dipirsin, Tola ji HDP'ê distînin.”
Kemal Kilîçdaroxlû di têkiliya telefonî digel Sencer wek berteka li hemberî biryara girtina 82 siyasetmedarên kurd li Tirkiyê hevdengiya xwe digel HDPê ragihand.
Dozgeriya Komara Tirkiyê li Enqerê bi hilêxistina giliyeke nû li dijî Demîrtaş, dosyeyeke din li dijî wî vekiriye.
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê û parlamenter "Tayîp Temel" nedana rojnameya Yenî Yaşamê û rojnameyên muxalîf ji bo girtiyan ji Wezîrê Dadê "Abdulhamît Gul" pirsî.
Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag a girtî bersiv da nameya Parlamenterê Ewropayê Andreas Schîeder.