Tîrmeh 16, 2020 09:29
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê, Fahrettîn Koca da xuyakirin ku roja 15ê Tîrmehê 17 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan û 947 kes jî bi vîrûsê ketin. Bi vî awayî hejmera kesên ji ber şewba vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 419’an û hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî bû 215 hezar û 940.