Endamekî payebilind ê Tevgera Goranê ya Herêma Kurdistanê hişyarî da ku Tirkiye kurdan jibo şerê navxweyî dixe bin zextê.
Serokê Komîsiyona karên Pêşmergeyan li Parlimana Herêma Kurdistanê berovajiya hin kesayetiyan ku dibêjin dê bi zûtirkê pevçûneke leşkerî navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biqeweime, destnîşan kir ku qewimîna şêrr muhtemel nîne.
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê êrişa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar dike û radigihîne, "Êrîşên bi vî rengî weke derbaskirina xeta sor tê dîtin".
Hevseroka Konseya Rêbertiyê ya Koma Civatên Kurdistanê (KCK) hişyarî da ku tevgerên leşkerî yên Partiya Demokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) nîşana hevkariya vê partiyê di planên hikûmeta Tirkiyê ye û ragihandina şerekî ye ku dê destkeftên kurdan li Herêma Kurdistanê ji nav bibe.
Rêveberiya nahiya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Çûkê, lihevkirina di navbera hikumeta Bexda û Herêma Kurdistanê ya derbarê Şengalê de red kir û got, divê îradeya êzidiyan were qebûlkirin û piştgiriya wê were kirin.
Artêşa Iraqê ragihand, wan û hêzên Pêşmerge li deverên Kurdistanî 4 navendên hevbeş yên operasyonan pêk anîne.
Dewsgirê Erkantiya operasiyona hevpar a Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê qala lihevkiirna digel Wezareta Berevaniyê ya Iraqê li ser jinavbirina 11 kîlomitr valatiya ewlehiyê li navçeyên kêşeliser kir.