Berdevkê Tevgera Ensarullaha Yemenê NY wek şirîkê cinayetên Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî li dijî gelê vî welatî da zanîn.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li gel peymana agirbestê jî li Lîbyayê aliyên şerê navxweyî hîn jî hêzên xwe yên eskerî venekişandine, her wiha hêzên biyanî jî hîn li welêt in.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li gorî encamên kongreya Berlînê, dê cara yekem li Lîbyayê tora pêncemîn a danûstandinên Komîteya Leşkerî ya Hevpar a Lîbyayê pêk were.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê duh êvarê di merasima 75 saliya avabûna Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) hevhatin û rêketina bi xwestekên Amerîkayê dibe sedema zorbêjiya vî welatî û ji NY xwest li ber yekalîtî û şêr raweste.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî(NY) bang li hemû aliyên Lîbyayê kir ku pabendê sozên xwe bin û peymanê pêk bînin û banga pêkanîna agirbestê kir da ku bi rêya diyaloga sîyasî bigihêjin çareseriyekê.
Wezîrê karên derve yê Îranê dê îşev bi boneya salvegera 75an a damezirandina NY biaxive.
Nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen îro li Şamê bi wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd El-Muellîm re civiya.
Wezareta karên derve ya Îranê li ser têkoşîna dijî zorbêjî û yekalîtîşopiyê pêgirî kir.
Nûnerê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) cardin li ser beşdariya Îranê di berfirekirina ewlehiyê li navçê de pêgirî kir û got:3 giravên Ebû Mûsa, Tunba mezin û Tunba biçûk yên Îranê ne û heya ebed jî wisa ye.
Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê bidawîhatina astengiyên çekdariyê li ser Îranê, wek destkeftek jibo gelê Îranê da zanîn.