Di vê vîdyoyê da hûn dikarin nûçeyên herî nû yên siyasî, civakî, çandî, navneteweyî, Cîhana Îslamê, Îran, Sûriye, Tirkiye û Iraqê temaşe bikin.
Hizbullaha Libnanê bi weşandina daxûyaniyên cuda ragihand ku du baregehên leşkerî yên Rejîma Siyonîst kirine armanc û hin leşkerên dijminê siyonîst kuştine.
Xelkê Yemenê careka din bona piştgîriya ji xelkê Xezzê û şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst û piştgîriya operasiyonên artêşa Yemenê dijî destdirêjkiran daketin kolanan.
Wezareta Itilaata Komara îslamiya Îranê ragihand ku 2 serkirdeyên Koma Terorîst a DAIŞ`ê ku ser bi welatên necînar bûn, girtine.
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara îslamiya Îranê, pêşwaziya daxuyaniya Girandbêrg, nûnerê sersekreterê NY li karûbarên Yemenê li ser hevhatina ku li Yemenê bona ji nûve destpêkirina firrînan ji balafirgeha Senayê û çareserkirina pirsgirêkên pereyî û bankî li gişt vî welatî kir.