Di vê vîdyoyê da hûn dikarin nûçeyên herî nû yên siyasî, civakî, çandî, navneteweyî, Cîhana Îslamê, Îran, Sûriye, Tirkiye û Iraqê temaşe bikin.
Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê di gotûbêja digel Berpirsê Sîyaseta Derve ya YEyê da got: Baqirî: Bila YEyê bi zirdayîna ser Rejîma Sîyonîst pêşîya berdewambûna cinayetên wê bigire.
Serdar Selamî di peyamekê da ji ber şehîdbûna fermande Ebû Muhsin Fuad Şukur sersaxî da Sersekreterê Hizbullaha Libnanê û ragihand: Dijminê umeta islamê nemaze koma cinayetker û terorîst a sîyonîst divê çaverêyê hêrsa pîroz û tilhilanîna tund û giran û bêveger a Bereya berxwedana Islamî û hilanîna xwînê ji hêla wê bereyê va bin.