Çavkaniyên nûçeyan basa dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê bi taybet bajarê Refehê dikin ku di encama van êrişan da hejmarek filistîniyên sivîl şehîd yan jî birîndar bûne.
Dewra dudiyan a hilbijartinên 12 emîn meclisa şêwra Îslamî ya Îranê siet 8 sibeha roja îniyê destpê kir û rêberê giranqedr ê Inqilabê hema di xulekên destpêkê dengê xwe xist sindûqê.
Qanûndaner û nunerên ewrûpî duh çarşemiyê ji YE xwestin ku bi sedema êrişa vê dawiyê ya ser Refehê hinek boykotan bisepîne ser Rejîam Siyonîst
Serrêveberê nivîsgeha medyayî ya hikûmetê li Xezê de ragehand ku hikûmeta Amerîkayê şirîkê hemû pîlanên Rejîma Siyoîst li Zîvala Xezeyê ye û îdiaya amerîkayê bi rawestandina çekan bo dagirkeran tenê nivîsarek e li ser kaxezê
Wezîrê karên Derve yê Îranê got ku Îran hîna jî hewildana xwe jibo dabînkirina ewlehiya mayînde li navçê bi taybet jibo bidawîanîna cinayteên Rejîma Îsraîlê li dijî zîvala Xezeyê berdewam dike.
Dozgerên Fransayê ragehandin ku polîsê vî welatî di berdewamiya sekinîna himberî xwendekarên ku bona nîşandayîan nerazîbûna xwe himberê şerê Xezeyê xwenîşandan li darxistine, 86 kes li zanîngeha Sorbonê de girtine.
Tevî êrişên giran û topxaneyî yên Rejîma Siyonîst , navçeya Refehê yekji navçeyên herî xeternak di parzêgeha Zîvala Xezeyê de tê hesabê
Mehma Xelîl endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) got, Xêra Iraqê û daxwaza civakê ji ber partiyeke siyasî seratir e û divê hikmên Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê bihetim werin cihanîn.
Nazim Debax Nûnerê Herêma Kurdistana Iraqê li Îranê got, Serdana Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Tehranê pêngaveke erênî ji bo çaksaziya peywendiyan bû.
Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê got, Di serdana Rafael Grosî Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê da mijarên girîng jê ra hatin ragihandin.