HAMAS û Cîhada Îslamî ragihandin ku di muzakireyên digel rayedarên misrî li Qahireyê qet behsa agirbesa demdirêj digel Rejîma Siyonîst nehatiye kirin.
Li pey rabûna bahoza xîzê li Qahireya paytexta misrê kesek hat kuştin û pênc kes jî birîndar bûn.
Rayedarên xwecihî yên Misrê ragihandin ku keştiyek bi alaya Hong Kongê b navê Xin Hai Tong 23 îro (Pêncşemî) li Kanala Suez'ê di herîyê da asê maye û bûye sebeb ev kanal were astengkirin.
Wezîrên Karên Derve yên pênc welatên erebî di dawiya civîna xwe ya pêncqolî li bajarê Emmanê yê paytexta Urdinê da teqezî li ser ewlewiyeta bidawîanîna qeyrana Sûriyê û rencê ji ber wê ji bo gelê vî welatî kirin.
Di halekî da ku tenê çend saet ji destpêkirina agirbesa demkî li Sûdanê derbas dibûn, pevçûn careka din li vî welatî dest pê bûn.
Pevçûna di navbera hêzên artêşê û “Hêzên Berteka Lezgîn” li şarê Xartûm paytexta Sûdanê ji vê sibê va dîsan dest pê bû.
Peykereke weke peykera Ebul-Hol lê bi rehend û berûlayên gelekî biçûktir li başûrê Misrê hat vedîtin.
Konseya Bilind a Şûnwarên Kevnar a Misrê qala keşfkirina rêbihurkeke nihênî bi dirêjahiya 9 mitran li pîramîdên vî welatî kir.
Tîma neteweyî ya fûtsalê ya Îranê li hemberî Misrê bi ser ket û derbasî qonaxa nîvfînalê ya pêşbirkên şeşalî yên Taylendê bû.
Serokkomarê Sûriyê bi Wezîrê Karên Derve yê Misrê re ku serdana Şamê kiriye, hevdîtin pêk anî.