Tîma neteweyî ya hentbolê ya Îranê bi serkeftineke giranbiha li hember Kuweytê karî berbi pêşbirkên şampiyoniya cîhanê ve biçe.
Komên Îraqî bêbaweriya xwe bi soza vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê nîşan dan û gefa destpêkirina rûbirûbûna bêdawî li dijî leşkerên Amerîkî xwarin.
Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmeta Biden balyoza niha ya Amerîkayê li Kuweytê Alina Romanovsky weke balyoza nû ya Iraqê destnîşan kiriye.
Mîrê Kuweytê bi hukmekî Şêx Sebah El-Xalid kir berpirsê damezirandina kabîneya nû ya dewleta vî welatî.
Rayedarên kuweytî tevahiya daxwazên civatên xêrxwaziyê ji bo veguhestina alîkariyên aborî bo Beyrûtê ji ber nearambûna Libnanê di du astên siyasî û aborî da rawestandin.
Medyayên Kuweytê qala istîfaya dewleta vî welatî kir.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civîna îro ya welatên cîranên Iraqê li Lûtkeya Bexdayê weke civîneke girîng bi nav kir.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî wê hefteya pêşiya me serdana Kuweytê bike.
Serokê Parlimana Tirkiyê di serê taximekê da çû Kuweytê.
Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî ragihand ku gotûbêjên Misir û Tirkiyê hatine rawestandin. Lê dewleta Tirkiyê serî li Kuweytê da ku nakokiyên di navbera wê û Misirê de çareser bike û danûstandinan ji nû ve dest pê bike.