Li Efganistanê di şerê navbera hêzên eniya berxwedanê ya efganî û parêzvanê serokê ewlehiyê yê wîleyata Pencşêrê de 3 parêzvanên serokê ewlehiyê hatin kuştin.
Artêşa Urdunê duh pêncşemê dîyar kir ku 27 qaçaxçîyên gumanbar yên ku hewil didan ji Sûrîyê derbazê Urdunê bibin, ji hêla leşkarên wê ve, hatine kuştin.
Leşkertên artêşa Tirkiyê duh li ser sînor Kobanê gule li welatiyekî reşandin û ew qetil kir.
Li devera Dore ya başûrê Bexdayê mirovên çekdar pasevanekî serokatiya komara Iraqê kuştin û çeka wî jî dizîn.
Dozgeriya Qazaxistanê roja şemiyê ragihand ku 225 kes, di nav wan de 19 hêzên ewlehiyê, di xwepêşandanên hefteya borî de li Kazaxistanê hatine kuştin.
Mirovên çekdar li Nîjeryayê di êrîşa ser xelkê gundekî de 13 gundî kuştin
Di şer û pevçûnan de 3 leşkerên Ermenî û Azerbaycanî li nêzî herêma nakokî li ser li Qerebaxê hatin kuştin.
Serokkomarê Kazaxistanê Qasim Tokayev ji bo tepisandina çalakiyên li vî welatî ferman da hêzên ewlehiyê “bêyî ku çalakvan werin hişyarkirin, gullan li wan bireşînin”.
Wezareta Tenduristiyê ya Qazaxistanê ragihand ku di xwepêşandanan de zêdetirî hezar kesî birîndar bûne. Hêzên ewlekariyê ragihand ku wê bi dehan kesên hewl dane derbasî saziyan bibin, hatine kuştin.
Li navçeya Ceble ya bakurê parêzgeha Babilê, tohmetbarekî 20 endamên malbata xwe kuştin û piştre dawî li xwe jî anî.