-
Fuad Hisên dê were Îranê
Îlon 13, 2023 04:34Wezîrê Karên Derve yê Iraqê, Fuad Hisên biryar e îro Çarşemiyê were Tehranê.
-
"Bexda piştgiriyê dide projeya Korîdora bakur-başûr"
Îlon 12, 2023 15:50Basim Ewadî, Berdevkê Hikûmeta Iraqê got ku welatê wî piştgiriyê dide korîdora navneteweyî ya ku ji welatên cînarê Iraqê va derbas dibe.
-
"Pesendkirina Pêşnumaya Nift û Gazê yê hemî nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê bi dawî bîne"
Îlon 12, 2023 15:44Zeyneb Xezrecî, Endama Komîsyona Nift û Gazê ya Meclîsda Iraqê got, "Pesendkirina Pêşnumaya Nift û Gazê yê hemî nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê bi dawî bîne."
-
"Divê Hewlêr nêzikî 6 hezar miliyar dînarî bide hikûmeta navendî"
Îlon 12, 2023 15:38Nermîn Merûf Endama Komîsyona Aboriyê ya Meclîsa Iraqê dibêje ku Hewlêrê bûceyeke zêdetir ji asta kivşkirî wergirtiye; Vêca divê nêzikî 6 hezar miliyar dînarî bide hikûmeta navendî.
-
Leşkerên amerîkî yên dagirker dizîna nifta Sûriyê didomînin
Îlon 11, 2023 05:52Leşkerên amerîkî yên li nav axa Sûriyê nifta dizî ya meydanên niftê yên Sûriyê bi qaçaxî derbasî axa Iraqê kirin.
-
"Bexdayê destmiza karmendên Herêmê dabîn kiriye, lê mixabin Hewlêr nade"
Îlon 11, 2023 05:34Yûsif Kelabî, Wekîlê Parêzgeha Wasitê li Meclîsa Iraqê got, Wezareta Darayîyê bûceya destmiza karmendên Herêma Kurdistanê dabîn û radestî Hewlêrê kiriye, lê mixabin Hewlêr meaşan nade.
-
Iraq û Tirkiyê li ser nifta Herêma Kurdistanê dijî hevdu gilî kirin
Îlon 10, 2023 07:04Tirkiyê wek bersiva bo giliya Iraqê ji vî welatî ji bo wergitina cezaya 1,4 miliyar dolarî, li dadgeheke Amerîkayê ji dadgehê xwestiye ku Iraqê ji ber binpêkirina lihevkirinnameya li ser veguhestina niftê û hesabkirina nirxa fayîzê, mehkûmî dayîna derdora miliyarek dolar bo Enqereyê bike.
-
Elî Bapîr: "Îhtimala rewşa xirabtir li Herêma Kurdistanê heye"
Îlon 10, 2023 04:49Sekreterê Giştî yê Komeleya Edaletê ya Kurdistana Iraqê ragihand, Tiştê ku niha li Herêma Kurdistana Iraqê diqewime ji ber kiryarên PDK û YNK'yê ye û îhtimal heye rewş xirabtir jî bibe.
-
Çarçoveya Hevahengiyê: "Herêma Kurdistanê sozên xwe yên darayî pêk neanîne"
Îlon 10, 2023 03:58Cebbar El-Memûrî, Berpirsekî Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyên Iraqê ragihand ku Herêma Kurdistana vî welatî sozên xwe yên darayî derheq hikûmeta navendî bi cih neanîne.
-
"Rêkeftinnameyên di navbera Bexda û Hewlêrê da li gor qanûna bingehîn a Irqê tên bicihanîn"
Îlon 09, 2023 16:45Rawêjkarê Serokwezîrê Iraqê got, "Rêkeftinnameyên di navbera Bexda û Hewlêrê da li gor qanûna bingehîn a Irqê tên bicihanîn."