Seîd Celîlî û Mesûd Pizişkiyan du berbijêrên derbasbûyî bo qonaxa duyem a Dora 14an a Hilbijartina Serokkomariya Îranê vê hefteyê bi serdan û bangeşeyên xwe, hewl dan bala dengderan bikişînin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Çarşemiyê got, Gerra duyem a Hilbijartina Serokkomartiya Îranê gellekî girîng e.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî got: Pişikdarîya pirrcoş a gelê Îranê di dewra çardan a hilbijartina serokomartîyê de, karekî mezin û nayê- jibîrkirinê ye.
Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Li welatên ku dew û doza demokirasîyê heye hinekan atmosfereke nayê- qebûlkirinê ji bo dengderan pêk anîn û wan dewletên rojavayî mafê gelê Îranê yê pişikdarîya di hilbijartinê da neparastin.
Hevgavê gerra duyê ya hilbijartinên serokatîya Komara Islamî ya Îranê, medyayên cîhanê bala xwe dan ser pişikdarîya berfire ya gelê Îranê.
Berdevkê Dezgeha Hilbijartinan a Îranê demajoya hilbijartinê rave kir û ragihand ku asta pişikdarîya gel di gerra duyê da zêdetir e û got: Pêşwazî û pişikdarîya gelê xweşdivî anegorî gerra yekê heta vê kêlîyê zêdetir bûye.
Raporta raportêrê me li ser Pişikdarîya pirrcoş a gel di gerra duyê ya dewra çardan a hilbijartina serokomartîya Îranê da
Dewleta Sûriyê bi şermezarkirina berfirehbûna bajarokçêkirinên Rejîma Siyonîst li rexê rojavayî, bang li NY kir ku ji bo rawestandina cinayetên Rêjîma Siyonîst bikeve tevgerê.
Dawîn dîbêyta gera duyem a dewra 14`an a hilbijartina serokomartiya Îranê, îşev bi amadebûna birêz Mesûd Pêzêşkiyan û birêz Seîd Celîlî, du berndamên di vê qonaxê da tê birêve here.