Bernameya Taybet a Hilbijartinên Tirkiyê bi pêşkêşvaniya Dr. 'Hoşeng Şêxî ' tê pêşkêşkirin. Di vê pişka bernameyê da Sîdar Basût ji Enqereyê behsa pêvajoya dengdanê ya îro 28ê Gulanê dike.
Partiya Çep a Kesk (YSP) ragihand ku ew ê di dora duyem a hilbijartinên serokkomartiyê yên Tirkiyê da pişta Kemal Kilîçdaroglû bigire.
Muhsin Doskî nûnerê Parlimana Herêma Kurdistanê dibêje ku Komîsyona Hilbijartinan li Herêma Kurdistana Iraqê xebata xwe dest pê kiriye.
Di bereberê gerra duyem a hilbijartina serokkomartiyê li Tirkiyê li ser pêbendiya li Bernameya Aborî ya Nemayînde duberetî ketiye navbera hikûmeta Tirkiyê û AKP'yê.
HDP û YSP'yê biryara xwe ya bo gerra duyem a Hilbijartinan aşkira kirin û ragihandin ku ew ê di vê dorê da piştgirî bidin Kemal Kilîçdaroglû berbijarê Hevpeymaniya Millet'ê.
Receb Teyyîb Erdogan di bereberê gerra duyem a hilbijartina serokkomartiyê li Tirkiyê got ku Enqere amadekariya vegerandina penaxwazên sûrî bo welatê wan dike.
Sinan Oğan berbijarê hilbijartina serokkomartiyê ya Tirkiyê ku di dora yekem da di rêza sêyem cih girt, ji bo dora duyem piştevaniya xwe ji Receb Teyyîb Erdogan diyar kir.
Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku ti lihevkirinek navbera wî û Sînan Dogan ku di dora duyem a hilbijartinê da pişta wî girtiye, tineye.
Sedat Yurtaş Karzanê siyasî dibêje ku di dora duyem a hilbijartinan da Dengên Hevpeymaniya ATA'yê kilîda hilbijartina serokkomartiya Tirkiyê ye.