Raporek têkildarî dengvedana nameya Rêberê Înqilabê xitabî xwendekarên Amerîkayê di asta navneteweyî da tê pêşkêşkirin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di nameyekê da bo Xwendekarên Piştevanê Filistînê li zanîngehên Amerîkayê nivîsî, Ez vê nameyê bo wan ciwanan dinivîsim ku wîjdana wan a hişyar ew ji bo berevaniya ji zarok û jinên mezlûm ên Xezzeyê rakirine ser piyan.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî ragihandina hevdilî û hevgirtîbûna bi nerazîbûnên dijî siyonîstan ên xwendekarên zanîngehên Amerîkayê, ew wek pişkek ji Bereya Berxwedanê da zanîn.
Bişar Esed Serokkoamrê Sûriyê roja Pêncşemiyê, 30ê Gulana 2024an, digel Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hevdîtin pêk anî.
Rêberê qdirgiran ê Şoreşa Îslamî di hevdîtina bi malbatên Şehîdên Rêya Xizmetê da got, Şehîd Reîsî mandîbûnnenas û sembola dirûşmeyên şoreşê bû.
Rayedarên welatên cûrbicûr ku bi mebesta beşdariya di rêûrisma oxirkirina Şehîdên Rêya Xizmetê hatine Îranê, îro bi Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ra hevdîtin pêk anîn.
Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilabê sibeha Çarşemiyê 22ê Gulana 2024an bi amadebûna li Zanîngeha Tehranê li meytê Ayetullah Seyid Îbrahîm Reîsî Serokkomar û hevrêyên wî nimêj kir.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina îro bi Muhemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê ra got: Me kesayetekî mezin ji dest daye. Birêz Serokkomar birayekî gellekî baş, berpirsekî layîq, sozdar û ciddî bû.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê sibe (Çarşemî) li ber meytên Şehîdên Xizmetê nimêj bike.
Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sibeha roja Duşemiyê, 13ê Gulana 2024an bi amadebûna li Nimêjgeha Îmam Xumeynî (RE) serdana Dora 35an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê kir.