Kanûn 06, 2020 15:42
Hewlêr û Bexda bi awayekî destpêkî li ser pişka Herêma Kurdistanê di budceya fedaralî ya 2021ê de li hev kirin, ku rêkeftina berê ya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Adil Ebdulmehdî, bikin bingeha rêkeftina navbera xwe û di budceya federalî ya 2021ê de bicîh bikin. Li gor wê rêkeftinê, Herêma Kurdistanê wê rojane 250 hezar bermîl neftê û nîvê dahata deriyê sînorî bide Bexda, li hember pişka xwe 12.67 ji sedî bûdceya giştî ya Iraqê werbigire.