Kêmîne û pêkhateyên Herêma Kurdistana Iraqê civîneke gotûbêjê li dar xistin.
Mêrekî êzidî li Deşta Neynewayê amûr û alavên kevn berhev dike.
Endama Komîsyona Pakdestîyê ya Parlimana Iraqê Wezîrê Avedankirin û Avahîyan ê vî welatî tawanbar kir ku gumana gendelîya di peymanên vê wezaretxanê da ser wî heye.
Serokê “Partîya Teqqedum” a êzidîyên Iraqê ji hikûmeta federal a vî welatî ya bi serokatîya “Mihemed Şîya Sûdanî” xwest ku dawî li dosyeya awareyên êzidî ya li Herêma Kurdistanê bîne.
Dadgeha Federal a Iraqê civîna îro ya têkildarî dirêjkirina dewra parlimana Herêma Kurdistanê bi sê hegeran ji wan amadenebûna parêzeran û koma Herêma Kurdistanê ya taybet bi hiqûqê paşda xist.
Sersekreterê “Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistana Iraqê” bi Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê ra li şarê Enqereyê hevdîtin pêk anî.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê pêgirî kir: “Bexda û Hewlêr hewcedarê rêkevtinameyeke giştalî ne.”
Serokê Bereya Hikmeya Neteweyî ya Iraqê got: “Divê pirsgirêkên sîyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê da bên çareserkirin”
Endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) armanca sereke ya lidarxistina civîna duh ya vê partiyê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) çareserkirina nakokiyên di navbera van du partiyan da zanîn.