Çalakên siyasî yên Kurd li Mêrdînê nerazîbûnên xwe li hemberî wêdadayîna şaredarê bijartî yê gel li Colemêrgê û danîna Qeyyûma hikûmetê li dewsa wî didomînin.
Fermandarê Ûrmiyeya navenda Parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Îranê û Parêzgarê Hekariya Tirkiyê hevhatinnameyeke hevkariyê wajo kirin.
Rayedarên Îran û Tirkiyê roja Pêncşemiyê di warê ewlehiya sînorî navbera du welatan şêwirîn.
Hat ragihandin qeşaya Çiyayên Cîloyê yên li Uludoruka Hekariyê li başûrê rojhilatê Tirkiyê yên ku reqima wê 4 hezar û 135 e diqelişe, parçe jê dikevin û her ku diçe zêdetir dihele.
Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke neyînî li Colemêrg û navçeyên wê dike. Ji ber ewrên tozê û barana heriyê li bajar jiyan hate asta sekinandinê.
Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêyên 141 tax û gundan hatin girtin.
Li Kurdistana Tirkiyê, Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya aşît û cemedê hat dayîn.
Walîtiya Colemêrgê ragihand ku bo dema 15 rojan çalakî û şahiyên li nav bajêr hatine qedexekirin.
Ajansa Mezopotamyayê: "Hat zanîn R. Tarhan ê birayê Abdulmecît Tarhan ê AKP’yî ku li Şaredariya Colemêrgê di bin rêveberiya qeyûm de ye dixebitî, ji ber xapanindin û bertîlê li gelek kesan kiriye hat girtin."
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê, birincê ku cotkaran bi kedeke mezin çandibû, gihîşt û çinîna wî dest pê kir. Ji ber ku berê wî îsal baş e, cotkaran ji dayînê kêfxweş in.