-
Fezleke ji bo 14 parlamenterên HDPê hatin amadekirin
Mijdar 13, 2021 08:53Ji bo rakirina parêzbendiya 16 parlamenterên HDPê û DBPê 19 fezleke bo Serokayetiya Parlamenta Tirkiyê hatin şandin.
-
Erdogan: Me ji bo Kurdî gavên çareseriyê avêtin
Mijdar 06, 2021 21:31Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Êliha Kurdistana Tirkiyê ragihadn ku “Me welatê xwe û gelê herêmê ji êrîşa çekdarî ya PKKê rizgar kir, hêvîdar im em dê ji êrîşa siyasî ya HDPê ya ku xembilê vê rêxistinê ye jî rizgar bikin.”
-
Feleknas Ûca ji parlamentoya Tirkiyê re: Îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî zelal bikin
Cotmeh 28, 2021 19:26Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Feleknas Ûca ku diyar kir ku di çapemeniya navneteweyî de îdiayên ku dibêjin dewleta Tirkiyê di êrişên li ser Herêma Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar anîne, hene û 3 pêşniyarpirs li parlamenta Tirkiyê kirin.
-
HDP: Ger 10 balyoz bên dersînorkirin, Tirkiye dê îzole bibe
Cotmeh 25, 2021 17:02HDP'ê di derbarê biryara dersînorkirina 10 balyozan de daxuyaniyek da û diyar kir ku eger 10 balyoz bên dersînorkirin, Tirkiye dê îzole bibe û hikûmet bi vê pêngavê krîzên sûnî ava kirine.
-
HDP: Ger 10 balyoz bên dersînorkirin, Tirkiye dê îzole bibe
Cotmeh 25, 2021 17:02HDP'ê di derbarê biryara dersînorkirina 10 balyozan de daxuyaniyek da û diyar kir ku eger 10 balyoz bên dersînorkirin, Tirkiye dê îzole bibe û hikûmet bi vê pêngavê krîzên sûnî ava kirine.
-
Demirtaş: Bêyî Kurd û çepgiran demokrasî ava nabe
Cotmeh 17, 2021 20:42Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, bang li aliyên siyasî yên çep kir ku helwêsteke hevbeş werbigrin û got: “Di serî de aliyên çep ên di nav CHP û HDPê de roleke girîng dikeve ser TÎP, EMEP, Partiya Çep û KSPê.”
-
Davutoglu di sefera xwe ya bajarên kurdî dîsa behsa hebûna 'Pirsa Kurd' kir
Cotmeh 17, 2021 20:24Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, derbarê pirsa Kurd dibêje, dema welatiyên wan ên Kurd ên li Tirkiyê bêjin `me wek welatiyên yeksan û bi rûmet pirsên xwe çareser kirin` wê demê pirsa Kurd dê biqede. Davutoglu dibêje, ew ji sê aliyan ve li Pirsa Kurd dinêrin.
-
Li parlamenta Tirkiyê sîstema ku Kurdî tê de nebû hat rakirin
Cotmeh 07, 2021 09:48Li parlamenta Tirkiyê Sîstema wergera rasterast ku ji bo parlamentaran hatibû danîn hat rakirin. Wekîla Serokê Fraksiyona HDPê Meral Daniş Beştaş dibêje ji bo ku zimanê Kurdî li wê sîstemê neyê zêdekirin biryara rakirina wê sîstemê hatiye dayîn, lê Wekîlê Serokê Parlamenta Tirkiyê jî îdia dike vê biryarê peywendî bi zimanê Kurdî ve nîne.
-
Hevserokê HDP’ê: "Heke we pirsgirêka kurd çareser kiribe, çima panzêr zarokên kurd dikujin?"
Cotmeh 06, 2021 14:54Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku HDP bi bawerî û hêza gel rêya xwe didomîne û got: "Belgeya helwesta me ya ji danezana Tirkiyeyê ye, ew nexşeya rêya demokrasiya xurt e."Sancar bersiva gotina "me pirsgirêka kurd çareser kiriye" ya Erdogan jî da û got: "Heke we pirsgirêkê çareser kiribe, çima her roj li bajarên kurdan panzêr zarokan diperçiqînin?"
-
Platforma Zimanê Kurdî li Mêrdînê nûnertiya xwe vedike
Cotmeh 06, 2021 14:37Platforma Zimanê Kurdî bi armanca nûnertiya xwe li Mêrdînê ava bike civînek li dar xist. Şandeya ku hat Mêrdînê diyar kir ku heya zimanê kurdî bibe xwedî statû ew ê xebatên xwe bidomînin.