Dezgehên çapemeniyê yên Ermenistanê regihandin ku Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Shoigu îro bi şandeyeke rûsî re gihîşt Erîvanê. Tê payîn ku werzîrê rûsî bi serokwezîrê Ermenistanê Nikole Pashinyan re bicive.
Hêzên Aştîvan ên Rûsiyê bi derbasbûna bo navçeya Qerebaxê, kontrola navçeyên derdora Xankendiya navenda vê navçeyê girtin ustiyê xwe.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê qala gihîştina hêzên aştîvan ên vî welatî bo navçeya Qerebaxê kir.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku bicihbûna aştîvanên Rûsiyê li Qerebaxê destpê bûye.