-
Hin dîmen ji Kongreya Mîrzayê Naînî û hevdîtina berpirsên wê digel Rêberê Şoreşê
Çirî 24, 2025 05:07Berpirsên lidarxistina Kongreya Komcivîna Navneteweyî ya rêzgirtina li Ayetullah Mîrza Mihemed-hisênê Naînî roja Çarşemiyê digel Rêberê Şoreşê Hezretê Ayetullah xamineyî hevdîtin pêk anîn û roja Pêncşemiyê jî ev kongre bi amadebûna komek ji şareza û merceyên dînî û mezhebî, telebe û hinek endamên Civata Fêrkarên Zanistên Dînî yên Qumê û endamên Civata Şarezayên Rêberiyê dest pê bû.
-
Hilberîna Hinarê li Rûdbarê
Çirî 23, 2025 11:05Cejna şikrane û sipasdariya hilberîna hinarê her sal di dawiya meha Mêhrê da li gundê Enbûhê yê Şaristana Rûdbarê ya Parêzgeha Gîlanê tê lidarxistin.
-
Qonaxa yekem a bicihanîna Plana Dibistana Hişmend dest pê bû
Çirî 21, 2025 13:00Qonaxa yekem a bicihanîna cerribandinî ya Plana Dibistana Hişmend vê sibê bi amadebûna Dr. Mesûd Pizişkîyan Serokê Komara Îslamî ya Îranê li Dibistana 'Îsmaîl-meniş' a Şaristana Qudsê ya Parêzgeha Tehranê dest pê bû.
-
Hevdîtina qareman û mîdalhênerên werzîş û olempiyadên zanistî yên cîhanî digel Rêberê Şoreşê
Çirî 20, 2025 13:10Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî vê sibê digel komek ji qareman û mîdalhênerên werzîş û olempiyadên zanistî yên cîhanî hevdîtin pêk anî.
-
Destpêbûna fermî ya sala nû ya perwerdehiyê ya zanîngehan
Çirî 20, 2025 07:33Rêûrisma destpêbûna fermî ya sala nû ya perwerdehiyê ya zanîngehan sibeha îro Duşemî, 20ê Cotmeha 2025an, bi amadebûna Mesûd Pizişkîyan Serokê Komara Îslamî ya Îranê li Zanîngeha Terbiyet-Moderris a Tehranê hat lidarxistin.
-
Dora 48an a Pêşbirkên seranserî yên Qurana Pîroz li Sineyê dest pê bû
Çirî 19, 2025 08:56Dora 48an a Pêşbirkên seranserî yên Qurana Pîroz bi dirûşma "Quran, pirtûka yekitîyê" bi amadebûna bijareyên quranî yê parêzgehên cûrbicûr ên welêt roja Şemiyê, 18ê Cotmeha 2025an, li Sineyê dest pê bû û dê heta 25ê Cotmehê berdewam be.
-
Rawestgeha Metroyê ya 'Meryema Pîroz' (S) li cîhanê deng veda
Çirî 18, 2025 09:22Rawestgeha bîst û pêncem a Xetê 6 ê Metroya Tehranê bi navê Hezreta Meryema Pîroz (S) li Kolana Kerîmxanê ji rawestgehên herî ciyawaz ên paytexta Îranê ji hêla form û dîzaynê ye ku beriya ku were vekirin, li cîhanê deng vedaye. Ev rawestgeh bi hewla mihendis û karzanên Kompaniya Hesinrêya Bajarî ya Tehran û Dorhêlê gihîştiye qonaxa xwe ya dawiyê û bi zûtî dê bikeve xizmetê.
-
Birêkirina meytê Serdar 'Elîreza Efşar'
Çirî 17, 2025 10:20Rêûrisma birêkirina meytê serdar 'Elîreza Efşar' sibeha Îniyê, 17ê Cotmeha 2025an, bi amadebûna Serdar 'Îsmaîl Qaanî' Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî û serdar 'Muhsin Rezayî' Feramdeyê Sipaha Pasdaran di serdema Berevanîya Pîroz da, komeke berpirsan û xelkê ji Mizgefta Emîr ul-Moninîn (S) heta Mezargeha Şehîdan li bajaroka Şehîd Mehelatî ya Tehranê hat lidarxistin.
-
Jiyan di rêgeha ba û tavê da; çîroka koçeriyê li Xorasana Bakûr
Çirî 16, 2025 09:58Li nav deşt û çiyayên Xorasana Bakûr, koçer hîn jî digel rîtm û ahenga xwezayê dijîn; li nav reşmal, keriyên pêz û rêkoçên bêdawî, çîroka pêkvejiyana mirov û xwezayê pêk hatiye.
-
Bişirînên ku tarîtiyê dişkênin
Çirî 15, 2025 11:43Li tarîtiya şevê li nav kempên perrava Xezzeyê, li cihê ku kon tenha sitargeh û serpenaha bi hezaran awareyên şêrr in, hîn jî jiyan berdewam e. Bişirîna firoşyarekî sebzeyê, dengê kenîna zarokên ku li nav sîberan dilîzin û ronahiya nizim a çirayên ku malbat li dora wan kom dibin, gişt nîşaneyê hêzekê ne ku tarîtiyê paşve dikişînin.